Diyarname
Şaredariya Licê di meha yekemîn a îsal de Mala Çand û Piştgirî û Perwerdehî ya Şahîn Oner vekiribû. Di vê navendê de odeya lîstikan a ji bo zarokan û kreş jî hebûn ku li van deran hemû xebat bi kurdî bû. Li vir di heman demê de bi kurdî perwerdehî didan zarokan. Roja 2'yê ve mehê Qeymeqamiya licê û polîs hatin navendê û derî mohr kirin. Sedem jî wekî "Bêdestûr hatiye vekirin" nîşan dan.
Rayeradên navendê ragihandin ku girtina wê ne hiqûqî ye û ew dê ji bo vekirinê hewldana xwe bidomînin.


