Diyarname
Di merasima xelatdayîna Feqî Huseyîn Sagniç û salvegera Enstîtuyê de Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, mebûs Ozçelîk û Sakik bi kurdî axivîn.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18'ê avrêla 1992'yan de ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve hate avakirin. Enstîtu ji bo salvegera avakirina xwe û ji bo dayîna Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç li Navenda Çanda Mecidiyekoy merasimeke li dar xist. Xelata îsal ji ber axaftina wî ya bi kurdî ya di meclisê de dan Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk. Turk xelata xwe ji destê jina Feqî Huseyîn Sagniç Rabia Sagniç girt.
Merasima ku ji aliyê Zana Farqînî ve hate de Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, mebûsên DTP'ê Ozman Ozçelik, Sirri Sakik, serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy, nivîskar Faik Bulut, Mulazim Ozcan, Şefik Beyaz, Celalettin Yoyler, stand-upkar Murat Batgi û gelek mêvanên din amade bûn.
Di axaftina destpêkê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan qala avakirina Enstîtuyê kir, da zanîn ku di sala 92'yan de dema enstîtu hatiye avakirin tabelaya wan hatiye daxistin, yekemîn Serokê Enstîtuyê Musa Anter hatiye kuştin lê di gel hemû zor û zordariyan wan xebata xwe pêşxistiye; ferhenga mezin amade kiriye, ferhengên biwêjan derxistine û her wiha gelek berhemên din.
Tan got ku TRT 6 bi kurdî weşanê dike lê dewlet hê saziyeke ku bi kurdî li ser kurdî xebatê dike nas nake û ev yek lê zêde kir: "Ji me dipirsin 'hûn çima TRT 6'ê qebûl nakin?'. Niha tenê li Stenbolê zêdeyî 20 cihan qursên ziman em didin. Li Tirkiyeyê li gelek bajaran qursên me didomin. Mamosteyên me hene. Van nabînin diçin li Başûr, li Ewropayê li kurdîzanan digerin. Heta me qebûl nekin çima em TRT 6'ê qebûl bikin."
Sami Tan bal kişand ser hin nakokiyên din jî û wisa got: "Kurdî weşanê dikin lê Komeleya Tealî Cemiyetî wekî komeleye xirab bi nav dikin. Di weşana xwe de alfabeya Celadet Eli Bedirxan bikar tînin lê wî nabînin. Li Amedê pirtûkxaneya Mehmed Uzun nabînin lê nizanim diçin çi dibînin. Niha jî êrîşan dikin. Emê li hemberî êrîşan serê xwe netewînin."
S
erokê Enstîtuyê Tan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev ziman zimanê me ye, ev çand çanda me ye. Em xwedî vî zimanî ne û emê xwedî lê derên jî."
Di şeva ku Hevseroka DTP'ê Emine Ayna, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, mebûsê DTP'ê Nuri Yaman û Reşit Irgat peyam şandin de Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, mebûs Osman Ozçelik, Sirri Sakik, Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy, Murat Batgi, Faik Bulut, kurê Feqî Huseyîn Sagniç Ferhat Sagniç axivî. Tiştê herî girîng hemû DTP'yiyan jî bi kurdî axaftina xwe kir.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk piştî xelata xwe ji destê jina Feqî Huseyîn Sagniç Rabia Sagniç girt bi kurdî axaftina xwe kir.
Axaftinên ku di merasimê de hatin kirin:
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk: Ez vê xelatê li ser navê şehîdên kurdan, li ser navê rewşenbîrên kurdan vê xelatê digirim.
Îro em ji bo demokrasiyê ava bikin, ji bo pirsgirêka kurd em têkoşînê didin lê dewlet êrîşan tîne ser me. Heta îro gelê kurd li ber van êrîşan serê xwe netewandiye, ji îro pêde jî gelê kurd li hemberî kuştin, girtinan serê xwe netewîne.
Em biratî dixwazin, em wisa dixwazin pirsgirêkê çareser bikin lê ger hûn bi zordarî bên ser gelê kurd jî dê gelê kurd w
inda neke, hûnê winda bikin.
Heta îro li ser ziman û çanda kurd qedexe, asîmîlasyon hebûye, lê heta îro nikarîne pêşî li zimanê kurdî bigirin ji îro û pêde jî nikaribin. Yên ku ji bo kurdî xebat kirine û dikin divê mirov wan xelat bike.
Mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk: Kurd çiqasî xwedî li zimanê xwe derkevin ew qas dê pêş bikevin. Li kuçeyan kurdek, tirkek, erebek bimeşe hûn nas nakin ew ji kîjan miletî ye, lê dema biaxivin hûn wan ji hev derdixin. Ziman gelan ji hev cihê dike. Loma em dibêjin zimanê me rûmeta me ye. Azadiya gelê kurd, zimanê kurdî li pêşiya me ye. Ew roj ne dûr in.
Nivîskar Faik Bulut: Ez çûm mala Mamê Feqî (Feqî Huseyîn Sagniç) mala wî dergeh bû, dergeha kurdî bû. Ez ji wir çûm mala Apê mûsa mala wî jî dergeh bû.
Ez nabêjim zimanê kurdî rûmeta me ye. Ez dibêjim zimanê me qedera me ye. Zimanê me tune be qedera me jî tune ye.
Dema Ahmet Turk di meclisê de bi kurdî axivî min got ji bo kurdî birûskek derket.
Serokê DTP'a Stenbolê Halîl Aksoy (Aksoy ku rojekê berê hatibû binçavkirin bi çend saetan berî merasimê hatibû berdan û hatibûn merasimê. Di wê kêliyê de mafê axaftinê danê û xwestin meseleyê hinek şirove bike): Li Stenbolê kurdan dengê xwe parast, li Kurdistanê dengê xwe bilind kirin. Dewletê dixwest partiya me bibe partiyeke biçûk, partiyeke marjînal lê nebû, li ser vê jî êrîş kirin. Bi van êrîşan, dibe bixwazin pêşî li Konferansa Kurd bigirin. Dibe bixwazin pêşî li coşa ku derketiye holê bigirin. Dibe ku bixwazin DTP'ê bê hogir û heval bihêlin.
Li Stenbolê jî bi îdîaya "4 kesên sûcdar li partiyê dimînin, radizin" avêtin ser partiyê, lê ew 4 kes kî ne, em nizanin, me nedîtine. Jixwe serê sibê saet 6'an de avêtin ser partiyê lê tiştek nedîtin. Dibe sibê bi heman îdîayê bavêjin ser malên xelkê jî. Ev tişteke bêhiqûqî ye.
Foto: Bargiran Şanaz
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


