Diyarname
Piyanîstê navdar Fazil Say ji bo xwendekaran konsereke dide. Pereyên ji konserê bên dê ji bo bursa xwendekaran bên bikaranîn.
Konsera Fazil Say û hevalên wî ji bo piştgiriya projeyên du saziyan, projeyên Weqfa Piştgiriyê ya Jiyana Hemdem a Tirkiyeyê û Komeleya Piştgiriya Jiyana Hemdem li dar dikeve. Konser di 2'yê gulanê saet 20.00'an de bi diruşma "Ji bo ewlehiya pêşeroja Tirkiyeyeke hemdem gavek" li dar dar dikeve. Konsera ku dê li Salona Lutfi Kirdar Kongre Merkezi li dar bikeve bilêtên wê bi 125 TL'yî têne firotin. Her bilêtek dê ji bo bûrsa meheke ya xwendekarek bê bikaranîn.


