Diyarname
Komeleya Piştgirî û Lêkolîna Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) li Cizîrê tevî beşdariya şaredarê Cizîrî şaxa xwe vekir.
Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Serokê DTP'a Şirnexê Halil Îrmez, Şaredarê Hezexê Resul Sadak, revêberên DTP'a Cizîrê, Berdevka Demê ya TZPKurdî Semra Ozbey, endamê Kordînasyona TZPKurdî Mîrza Ronî û nûnerên gelek saziyan jî têde, gelek kes beşdarî vekirina şaxa Kurdî-Dera Cizîrê bû.
Piştî axaftina Şaredar Budak benê vekirina komeleyê birî û komele bi awayekî fermî vebû.
Her wiha li turbeya Melayê Cizîrî ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hate dayîn.


