Diyarname
Boksorê efsanewî Mihemed Elî di 74 saliya xwe de wefat kir.
Mihemed Elî roja 2'yê vê mehê rakiribûn nexweşxaneyê. Dixtoran digot organên wî di rewşek gelek xirab de ne û loma nikare nefesê bigire. Ligel hemû hewldanan jî nekarî wî li jiyanê bigirin. Elî îro wefat kir.
Boksor Mihemed Elî xwe wisa pênase kiribû "Ez wekî pinpinîkê nêz dibin, wekî mêşê pêve didim". Ew sê caran di sîkleta giran de bûbû şampiyon.
Bi taybetî di salên 1960'î de helwesta wî ya li dijî nijadperestî û li dijî Şerê Wîetnamê bala raya giştî ya dinyayê kişandibû.
Mihemed Elî di roja 17.01.10942'yan de li eyaleta Kentucky bajarê Louisville hatibû dinê. Navê Cassius Marcellus Clay Jr. lê kiribû û piştî ew mezin bûbû û misilmanî hilbijartibû navê xwe guhartibû kiribû Mihemed Elî.
Ew di salên 1964, 1974, 1978'an de di beşa sîkleta giran a boksê ya dinyayê de bû şampiyon. Di hemû serdema xwe ya boksê de 61 caran derket maçê û ji van 56 caran bi serketî jê derket. Berî dest bi boksa profesyonel bike di Olîmpiyatên Romanya (1960) de di sîkleta sivik de madalyaya zêrîn bi dest xistibû.


