logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Derdê kesî ne Reqa ye

Reqa hem ji bo Sûriyê hem jî ji bo tevahiya gelên li Sûriyê bajarekî xwedî stratejîk e. Girîngiya wê hem ji erdnîgariya

  • Dîrok: 07/06/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN

Reqa hem ji bo Sûriyê hem jî ji bo tevahiya gelên li Sûriyê bajarekî xwedî stratejîk e. Girîngiya wê hem ji erdnîgariya wê hem jî ji hêla civakî tê. Ji bo wê hîn di destpêka şoreşê de hêzên îslamî ên tundraw li ser hestên gel ên olî û civakî lîstin û xistin xizmeta desthilatdariya xwe. 

Ev sê sal in ku Reqa di destê komên çete de ye û wekî paytexta xwe bi nav dikin. Ji wir êrîşên xwe li ser gelan, kom û baweriyên din pêk dianîn. Di van sê salan de gelê ereb jî di nav de hemû gelan êşên mezin ji destê van komên çete kişandin. Bêguman tu hêz li ser êşa van gelan nehizirî û ji bo rizgarkirinê hewl nedan. Berevajî, wê hem koalîsyona niştimanî Sûrî, hem jî hêzên cîhanî ku li ser siberoja Sûriyê nîqaş dikin, ev komên çete wekî grûbên Artêşa Azad didîtin û li gorî berjewendiyên xwe nêzî wan dibûn. Ta ku Kobanî hat rizgarkirin û navbera kantona Kobanî û Cizîrê vebû. Dîsa piştî pergala federasyona demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûriyê hate îlankrin. 

Bêguman Reqa di erdnîgariya Bakurê Sûriyê de xwedî girîngiyeke mezin e, pêwîst e rojekê beriya ya din bê rizgarkirin. Lê dema federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê hate îlankirin hem hêzên muxelefetê hem jî hêzên cîhanî fêm kirin ku yekbûna vê herêmê di hêla cografîk de êdî mijarek jêveneger e. Ji bo me jî wekî hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî riya rizgarkirina Reqayê di rizgarkirina Minbic û Şehba re derbas dibe. Li ser vê yekê jî pêngava rizgarkirina bakurê Reqayê dest pê kir. Niha bi hezaran şervan û grûbên ji hemû pêkhateyan û bi taybetî jî grûbên ji pêkhateya ereb ên ji herêma Minbic, Sirrîn, Girê Spî û heta ên ji Reqayê beşdarî vê pêngavê bûne û Meclisa Leşkerî ya Minbicê pêşengiya vê pêngavê dike. 

Lê ji roja vê pêngavê dest pê kiriye ve di serî de Tirkiye, muxelefeta girêdayî wan, Rejîm, Îran, Rusya û heta PDK, her kes ketiye dewrê û dixwazin di vê operasyonê de cih bigirin. An jî bi şêwazekî beşdarî vê pêngavê bibin. Ji milekî ve Amerîka berî hilbijartinan dixwaze Reqayê bigire ji bo xwe bike amûreke hilbijartinan. Ji milekî ve Rejîm bi desteka Îran û Rusyayê sûdê ji destwerdana me dibînê û ji milekî din ve dest bi êrîşan kiriye. Ji milê din ve jî û ya herî xeter Tirkiye bi tifaqa Sunî ya di navbera xwe, PDK û hin grûbên çete de artêşa bakur îlan kir û ji Amerîkayê dixwaze, dest ji desteka QSD’ê berde û bi wan re hevkariyê bike û li van herêman dest bi operasyonekê bike. 

Ev hemû hewldan jî ne ji bo endam û çavên gelê li Reqayê ne, hemû jî ji bo berjewendiyên xwe û avakirina serweriya xwe ya li ser van herêman di nava hewldanê de ne. Sedema herî bingehîn jî hemû bi hev re li dijî pêngava hatiye destpêkirin e. Naxwazin ev herêm bi destê hêzên me bên rizgarkirin û li wir pergala demokratîk û jiyana hevbeş bê avakirin. Li ser vê bingehê hemû hêzên dijber, dezgehên çapemeniya şerê taybet û di serî de jî dewleta Tirk mîna ku har bibe, ketiye nava hewldanên tehrîkê û li ber çavên cîhanê hemûyî her roj sînorên me pin pê dike û li dû provokasyonan e ku bike sedema dagirkirina xaka Rojava. Reqa tenê hincet e, rizgarkirina Reqa ne derdê kesî ye. 

Lê tevî van hemû komplo û senaryoyên kirêt jî hêza yekane bi bandor hêza li ser erdê ye û ew bi rastî dixwaze Reqa rizgar bibe. Va ye, di pratîkê de jî ew yek diyar e. Di van çend rojên pêngavê de gundên tên rizgarkirin, gelên wan gundan bi coş û kelecaneke mezin şevanên QSD’ê pêşwazî dikin. Kenê bi hêsir ên li ser lêvên zarok û dayikan tu wateyê ji polîtîkayên komployan re nahêle. Tenê ên dijîn dizanin ku ew ê êdî bêtirs û bi rûmet bijîn. Di hêla sosyolojîk de jî ya herî mayînde ev jiyana hevbeş e. Gav bi gav ev jiyan tê hûnandin, êdî Reqa wekî herêmeke bakurê Sûrî wê bi awayekî azad û serbilind pesnê xwe bide. Îdîayên din hemû pûç û vala ne.

jindasilan@gmail.com

06.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Îdîa: Hevpeymana PDK-MÎT’ê li ser xendekan

ad

Ardern di erdhejê de jî aramiya xwe xira nekir

ad

Walîtiya Şirnexê got "Kurdistan"

ad

Li Asyayê 5 mîlyon AIDS'î hene

ad

"Xelata Rojnamegerî ya The Guardin"ê dan Agosê

ad

Were em îşev razên, sibê ez diranên te çêbikim!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname