Diyarname
Îsal 9'emîn car Festîvala Xweza û Çandê ya Mûnzûrê tê li dar xistin. Ji bo festîvalê dest bi pêşbaziya logoyeke kirin.
Xebatên festîvala Mûnzûrê dest pê kirin. Di nav van xebatan de pêşbaziya logoyeke ji bo festîvalê jî hate dest pê kirin. Di encamê de kîjan logo bibe yekemîn êdî dê her sal di festîvalê de bê bikaranîn.
Logoyên ku bêne çêkirin divê têkiliya wan bi çand û xwezaya Dêrsim û Mûnzûrê ve hebe û kesên bi ser bikevin dê bên xelat kirin.
Kesên bixwazin beşdar bibin divê di CD'yekê de û du heb jî wekî qazix heta 16'ê meha pêşiya me bigihînin ber destê komîteya amadekar.
Yên bixwazin dikarin bi nimreya 0428 212 27 65 jî xwe bigihînin şaredariyê.
Navnîşana beşdariyê jî ev e:
Mogultay Mah. Okullar Cd. No:3 Tunceli Belediye Başkanligi/ TUNCELİ


