ÎZMIR (DÎHA)
Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk diyar kir ku ew çûne serdaga girtiyên ev 24 roj in li Girtîgeha Şakranê di grevê de ne, da zanîn ku li hemberî girtiyan hemû pêkanînên derveyî mirovahiyê di dewrê de ne. Tugluk aşkera kir ku di êrîşa li hemberî girtiyan de girtiyê 60 salî ji serê xwe birîndar bûye û parsûyên wî hatine şikandin.
Komeleya Piştgirî û Alîkariya Malbatên Girtî ya Îzmirê (TAYD-DER) ji bo êrîşên li Girtîgeha Şakranê li hemberî girtiyan pêk hat û girtiyên ku ev 24 roj in li hemberî êrîşan di greva birçîbûnê de ne, şermezar bike, li ber girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de Hevserokê TAYD-DER'ê Musa Karbadag axivî û diyar kir ku hemû serlêdanên wan ji hêla Wezîrê Edaletê, Wezareta Navxweyî û Wezîrê Tenduristiyê yên Tirkiyeyê ve bê encam hatine hiştin.
'Girtiyê 60 salî hat derbkirin'
Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk jî axivî û got kku wan bi girtiyên di grevê de ne re hevdîtinek pêk anîne û wiha dom kir: "Li Girtîgeha Şakranê li hemberî girtiyan pêkanînên faşîzan di dewrê de ne. Hemû mafên wanên demokratîk hatine binpêkirin. Dîsa girtiyê 60 salî serê wî hatiye derbkirin û parsûyên wî hatiye şikandin."
Tugluk da zanîn ku hemû mafên girtiyan hatine destaserkirin û eşkere kir ku bi taybetî ji ber helwesta midûrê bloka 4'emîn, rewş aloz e. Tugluk di dewama axaftina xwe de got ku ew dê tiştên ku diqewimin qebûl nekin û diyar kir ku ew dê wekî HDP'ê li ser bûyerê bisekinin û serlêdanên pêwîst bikin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştandinê hat li darxisitn.
Ji hêla din ve maşînên ji bo piştgiriyê bidin girtiyan dema ji Îzmirê xwestin biçin, li Alîaga hatin rawestandin. Welatiyên ku di lêgerînê re hatin derbaskirin, maşînên wan jî serobino kirin. Di kontrolên GBT'ê de welatiyên bi navê Cîhan Degîrmencî û Înanç Men bi îdiaya ji leşkeriyê revîne hatin binçavkirin.
Di vê navberê de Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PJAK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di demên dawî de zextên li ser girtiyan derketiye asta hovîtiyê. Kaya, da zanîn ku ev pêkanînê li ser girtiyan pêş dikevin li dijî hiqûq û zagonan e. Kaya, bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovan û demokrasiyê kir ku hestiyar tev bigerin.


