Diyarname
Hema bibêje nîvê temenek e 29 sal. Mirov 29 salan li tîmeke kar bike û xatir bixwaze. Li dinyayê mînakek wisa nîn e.
Em qala lîstikvan û van demên dawî de antrenor Ryan Giggs dikin.
Navê wî yê dirêj Ryan Joseph Giggs di 29'ê sermaweza 1973'yan de li Cardiffê ku ev der paytexta Galler e hatiye dinê. Wî di tîma jêrîn a Manchester City de dest bi lîstinê kir (1985-87) û 1987'an de derbasî tîma jêrin a Manchester United (MU) bû. Û ji wê rojê heta niha li MU'yê pêşî lîstikvan, piştî dest ji lîstikvanî berda jî asîstanê teknîk dîrektor kar kir. Giggs di sala 1990'î de derbasî lîstikvaniya profesyonel Bû û ji wê salê heta 2014'an li MU'yê lîst. Bi temamî di 963 maçan de lîst ku heta niha kesek din ew qas li MU'yê nelîstiye. Di vê serdema lîstikvaniya xwe de 13 caran bû Şampiyoniê Lîga Premier û 2 caran di dî Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de bû şampiyon. Giggs bi vê lîstina xwe ket nav efsaneyên MU'yê.
Di sala 2014'an de dest ji lîstina fûtbolê berda û bû cîgirê teknîk dîrektorê hollandî Louis Van Gaal ku ew teknîk dîrektorê MU bû.
Îsal MU'yê ligel teknîk dîrektor Jse Mourinho peyman girê da û Mourinho dê sala bê MU'yê bi rê ve bibe. Tîmê pêşniyarê Giggs kir ku peywira xwe ya cîgiriyê bidomîne û ligel Mourinho tîmê bi rê ve bibe lê Giggs ev yek qebûl nekir û xatir ji tîmê xwest. Giggs ligel tîma Nottingham Forest li hev kir, sala bê ji bo wan dê bixebite.
Bi vê yekê re çîroka Giggs a 29 salan ya li MU'yê bi dawî bû.


