logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Sê çarîk fînalîstên pêşî: Polonya, Galler û Portekîz (hat nûkirin)

Îro maçên pêşî ên ji bo çarîk fînalê hatin lîstin. Di maça yekemîn de Polonya bi penaltiyan bi ser ket. Maça duyemîn de

  • Dîrok: 25/06/2016
  • Beş: EURO 2016

Diyarname
Îro maçên pêşî ên ji bo çarîk fînalê hatin lîstin. Di maça yekemîn de Polonya bi penaltiyan bi ser ket. Maça duyemîn de Galler bi golek bi ser ket û derbazî çarîk fînalê bûn.  Di maça din de Portekîzê di deqîqeya 116'an de gol avêt û navê xwe li texteyê çarîk fînalê nivîsî.


Hirvatistanê karî 116 deqe ber xwe bide

Di maça sêyemîn a rojê de Portekîz û Hirvatistan hatin hemberî hev. Nîveka yekemîn bi sekan derbas bû, di nîveka duyemîn ber bi dawî ve maçê lez girt. Her du tîma zor dan kelehên hev lê encam neguherî û maç derbasî 30 deqîqeyên dawî bû.

Û kêliya herî xweş a maçê ev deqîqe bûn, bi taybetî nîveka duyemîn a vê beşê. Gog geh ber bi wê kelehê, ger ber bi keleha din ve. Lê di deqîqeya 116'an ve dengê golê ji Portekîzê hat. Di vê deqîqeyê de Nanî pas da Ronaldo, Ronaldo li nava sehaya pêş kelehê lêda kelevan gog derxist, Querasmayê ku gog dişopîne bi serê xwe lê da û gol: 1-0

Di deqîqeyên mayî de Hirvatan zor li Portekîzê kir, hin firsend jî bi dest xistin lê nekarîn golek biavêjin û di dawiya deqîqeya 120'î de aliyê serketî bû Portekîz.

Portekîz piştî Galler û Polonyayê wekî tîmê sêyemîn derbasî çarîk fînalê bû.

Notek ji bo Ronaldo: Ronaldo di vê tûrnûvayê de heta îro wisa serketinek mezin nîşan da, heta mirov dikare bibêje asta lîstira wî di bin asta quwetê wî re bû û di vê maçê de jî rewş neguherî. Lê ji bo Ronaldo rekorek din hebû: Ronaldo îro bû 128 caran formaya Portekîzê li xwe dike û ev yek rekorek e. Heta niha Luis Figo 127 caran formaya tîmê li xwe kiribû û lîstikvanê ku herî zêde formaya Portekîzê li xwe kiribû bû. Ronaldo ev rekor ji destê Figo girt.

Rekorek din jî lîstina di Şampiyoniya Ewropayê de ye: Heta niha lîstikvan Lilian Thuram (Fransiz) û Edwin van der Sar (kelevanê Hollanda, di vê tûrnûvayê de nîn e) 16 caran lîstibûn, Ronaldo bi lîstina îro re ew jî bû 16 car û gihîşt wan. Ji ber Portekîz derbasî çarîk fînalê bû, di maça bê de Ronaldo dê rekorê ji dest wan bigire.


HIRVATISTAN: Subasic, Srna, Corluka, Vida, Strinic, Balelj, Modric, Perisic, Rakitic, Brozovic, Kalinic,


PORTEKÎZ: Patricio, Eliseu, Carvalho, Pepe, Vierinha, Gomes, Moutinho, Mario, Quaresma, Nani, Ronaldo



Galiyan îrlandî şandin mal

Di maça duyemîn a rojê de Galler û Îrlandaya Bakur hatin hemberî hev. Di nîveka yekemîn de her du tîman nekarî pozîsyonên baştir çêbikin û bi ser bikevin, bi 0-0'ê çûn hundir.

Nîveka duyemîn Galler bi serketî ket nav sehayê. Di deqîqeya 53'yan de Vokes, pênc deqe paşê Bale lêda lê gol nehat. Deqîqeya 75'an de  Bale ji aliyê çepê ve ber bi sehaya ber kelehê ve çû, bi şid li gogê da lîstikvanê Îrlandaya Bakur McAuley gog avêt keleha xwe, Galler 1-0 derket pêş.

Di deqîqeyên mayî de Galler nehişt Îrlanda bersivê bide û maç bi 1-0 bi dawî bû. Galler ku di dîroka xwe de yekemîn car beşdarî tûrnûvayê EURO'yê bûbû yekemîn car derbasî çarîk fînalê bû.

KUNYE:

Stad: Parc des Princes

Hakêm: Martin Atkinson, Michael Mullarkey, Stephen Child (Îngilistan)

Galler: Hennessey, Chester, Ashley Williams, Davies, Gunter, Allen, Ledley (Dq. 63 Jonathan Williams), Ramsey, Taylor, Vokes (Dq. 55 Robson-Kanu), Bale

Îrlandaya Bakur: McGovern, Hughes, McAuley (Dq. 84 Magennis), Cathcart, Jonny Evans, Ward (Dq. 69 Washington), Davis, Corry Evans, Norwood (Dq. 79 McGinn), Dallas, Lafferty

Gol: Dq. 75 McAuley (Kendi kalesine) (Galler)

Qertên Zer: Dq. 44 Dallas, Dq. 67 Davis (Îrlandaya Bakur), Dq 58 Taylor, Dq. 90+4 Ramsey (Galler)


Bi penaltiyan Polonya bi ser ket

Maça yekemîn a rojê di navbera Polonya û Swîsreyê de bû. Di deqîqeya 39'an de Blaszczykowski tîma xwe Polonya 1-0 derxist pêş û nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Swîsre di deqîqeya 82'yan de bi Shaqiri bersiv da: 1-1. 

Li vir notek ji bo Shaqiri; lîstikvan Shaqiri wisa golek avêt îsal di vê tûrnûvayê de golek wisa xweş hê nehatiye avêtin.

Maç bi 1-1'ê bi dawî bû û maç derbasî 30 deqîqeyên zêde bû. Di vê demê de jî wekhevî xira nebû û encam bi penaltiyan bi dawî bû. Polonyayê Swîsre bi 5-4 têk bir û di dîroka tûrnûvayê de yekemîn car derbasî çarîk fînalê bû.
KUNYE:

Stad: Geoffroy Guichard

Hakêm: Mark Clattenburg, Simon Beck, Jack Collin (îngilistan)

Swîsre: Sommer, Lichtsteiner, Djourou, Schaer, Rodriguez, Behrami (Dq. 77 Fernandes), Xhaka, Dzemaili (Dq. 58 Embolo), Mehmedi (Dq. 70 Eren Derdiyok), Shaqiri, Seferovic

Polonya: Fabianski, Piszczek, Glik, Pazdan, Jedrzejczyk, Blaszczykowski, Krychowiak, Maczynski (Dq. 101 Jodlowiec), Grosicki (Dq. 104 Peszko), Milik, Lewandowski

Gol Dq. 39 Blaszczykowski (Polonya), Dk. 82 Shaqiri (Swîsre)

Qertên Zer: Dq. 55 Schaer, Dq. 117 Djourou (Swîsre), Dq. 58 Jedrzejczyk, Dq. 111 Pazdan


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
EURO 2016 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2016

Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin

news
  • 11 07 2016

Vane 11'yên serketî yên Euro 2016

news
  • 11 07 2016

Portekîzê çiqas, Tirkiyeyê çiqas prîm belav kir?

news
  • 10 07 2016

Fînal li benda sporhezan e

news
  • 10 07 2016

Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt

news
  • 07 07 2016

Fransa û Portekîz dê kap biavêjin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn

ad

Saetên vekirîmayîna pirtûkxaneyan dirêj dikin

ad

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

ad

'Çerx' îro tê nîşandayîn

ad

Festîvala Mûnzûrê îsal li dar nakeve

ad

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname