Amed
Serokê AKP'a Amedê Ahmet Ocal ji peywirê hat girtin û ji dêvla wî kar dan Prz. Baki Aksoy.
AKP'ê berî hilbijartinê bi hêviyên mezin Ahmet Ocal li Amedê anî bû ser kar û piştî hilbijartinê niha ew ji peywirê hat girtin. Hate gotin ku biryara dûr xistina peywirê ji çapemeniyê hatiye veşartin.
Ahmet Ocal Serokê berê yê Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Mustakîl a Amedê bû. Parêzer Baki Aksoy ku niha kirin Serokê AKP'a Amedê jî di rêxistina Amedê de cîgirê wî bû.


