Diyarname
Ji ber rewşa li Tirkiyeyê yek bi yek çalakiyên sporê yên ku dê li Tirkiyeyê li dar biketana jî têne betalkirin. Li dinyayê ji her alî ve forsê Tirkiyeyê daketiye asta sifirê û bi teqînên li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ve rewş girantir bû ji bo Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê çalakiyên sporê hatin betalkirin, lîstikvanên fûtbolê ku dê trasfera wan çêbiba betal bûn.
Cîmnastîkçî nehatin
Kûpaya Dinyayê ya Cîmnastîka Artîstîk dê 1'ê meha tîrmehê li Mêrsîna Tirkiyeyê li dar biketa. Bi giştî lîstikvanên 22 welatî dê beşdar bibana lê piştî bûyerên dawî lîstikvanên 14 welatan gotin em nayên.
Serokê Federasyona Cîmnastîkê yê Tirkiyeyê Suat Çelen got ku ev sê sal bûn me dikir ku vê şampiyonayê li dar bixin lê 14 welatan lêborîn xwest û nayên.
14 welatan xwe bi paş ve kişand, şampiyona tenê dê bi 8 welatan (di navbera 1-3'yê mehê) li dar bikeve. Ew jî ev in: Tirkiye, Avusturya, Azerbaycan, Kolombiya, Hong Kong, Îran, Urdun û Ozbekistan
Basketbola keçikan betal bû
Tûrnûvaya Basketbolê ya Keçikan a U20 ya Navneteweyî dê di navbera 1-3'yê tîrmehê li Tirkiyeyê li dar biketa. Piştî teqîna li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê pêşî federasyona basketbola Fransa, dûre yên Almanya û Polonyayê lêborîn xwestin û gotin ew nikarin bên. Ji ber vê jî tûrnûva hat betalkirin.
Fûtbolîst nehat Stenbolê
Tîma Tirkiyeyê Bursasporê ji Fransayê lîstikvanê fûtbolê Vieux Yaya Sane dê bianiya Tirkiyeyê û piştî qontrola tenduristiyê dixwest pêre peymanê îmze bike, lê ji ber bûyeran Sane got ez nayêm û ne diyar e dê kengê bê jî.
Tîma Lîga 1'emîn a PTT'ê Balikesir spor ligel lîstikvanê fûtbolê yê ji Arnavutluk Valdet Rama li hev kir, dê lîstikvan bihata, lê ji ber bûyera li balafirgehê Rama got ez nayêm û transfer ket avê.
Maça FB û Lyon dibe betal bibe
16'ê meha pêşiya me dê Fenerbahçe û Olympique Lyon bi hev re maçek amadehî bilîsta, Serokê Klûba Olympique Lyon Jean-Michel Aulas gotiye ku dibe maça me betal bibe.
Rojnameya L'Equipe gotiye tîma Fransiz piştî bûyera li Balafirgehê careke din biryara xwe dinirxînin û dibe ku betal bikin.


