logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

De Mistura xwest çi bike?

  • Dîrok: 04/07/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN 

Ev 6 sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bûn, hîn jî tê gotin ku em li çareseriyê digerin. Bi rastî gelek pirs tên bîra mirov. Gelo bi rastî kes dixwaze li Sûriyê çareserî pêk were? Kesek ji bo çareseriyê kar dike? Çareseriya behsa wê tê kirin ji bo Sûrî guncaw e yan na? Dema mirov van pirsan dike, dikare rewşa heyî hîn baştir raxîne ber çavan. Heta niha du nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine guhertin, ji bo çareseriyê qaşo hewl didin. Lê projeyên ew bi pêş dixin ne li gorî rastiya gelên li Sûriyê ne, ji ber wê jî nekarîne aliyan jî bînin cem hevdu û çareseriyê bi wan bidin qebûlkirin. Ji ber ku, eger çiqas wekî nûnerê NY´yê be jî hêzên ku wan bi rê ve dibin hêzên modernîteya kapîtalîst in û berjewendiyên Ewropa û Amerîkayê esas digirin. Ji ber ku projeya wan a çareseriyê li gorî projeya Rojhilata Navîn a mezin e.

Ev proje li ser bingehê dîzaynkirina herêma Rojhilata Navîn e. Ev dîzaynkirin ne li ser esasê avakirina pergaleke demokratîk e ku têde azadiya gelên li Sûriyê li ber çavan digire. Bi temamî li ser bingeha parçekirinên hîn biçûktir e yanî dewletokên biçûk ava bike ku di bin hegemonya wî de be û karibe lê sermaya kapîtalîst serbest û bi ewle bigere. Her wiha dixwaze dabeşkirina Sûriyê li ser têgîna mezhebî û etnîkî wekî dewletokên biçûktir ava bike. Ji bo vê jî mutefîkên xwe li ser bingeha nokeriyê hildibijêrê. Vê yekê li ser nûnerê NY´yê jî ferz dikin. Ji milê din ve jî hêza mezin ya wekî Rusya, ne di wê astê de ye ku vê projeyê biguherîne. Hîn bêhtir dixwaze bi girtina hin tawîzan bibe şirîkê vê projeyê. Ji milekî vê wekî ku pir nakokiyên wê bi hêzên koalîsyonê re hene, xwe dide nîşan, ji milê din ve jî di bin re lihevkirinek jî heye. Yanî çi dema berjewendiyên wan hevdu temam bikin wê hêzên mezin tifaqê bikin, careke din gel û zirar wê li  hêzên herêmî bibe.

Hêzên din ên ku dixwazin bi bandor bin Îran û Tirkiye ne, ev herdu dewlet jî çi qasî dijminatiya wan a dîrokî kûr be, ewqasî jî berjewandiyên wan ên nijadperestî û statûkoparêz hevdu digirin. Di her kêliya mezinbuna hêzên demokratîk de, ev herdu hêz tên cem hevdu û hevdu destek dikin.

Bi giştî mirov dikare tabloyê wiha raxe ber çavan. De Mistura jî tenê berdevkiya van hêzan dike. Ji ber ku ew alî û grûbên xwe wekî rejîm û muxelefet diyar dikin û bi De Mistura re didin û distînin, aliyek rejîm e, nûnertiya wê hinekî Rusya û piranî jî Îran dikin. Muxalefet jî nûnertiya hêzên koalisyona navneteweyî dikin. Ên ku navê wan kurd in qaşo di nava koalisyona nîştimanî de ne jî, tenê erkekî wan heye, ew jî rola nokertiyê ye. 24 saetan rapor û statîstîkên sexte çêdikin û didin patronên xwe, belkî payekê ango di nava projeya dagirkeran de kursiyekê bigirin. Tevî ku projeya Federasyona Demokratîk ya Rojava- Bakurê Sûriyê çareseriya herî guncaw e. Di serî de kurdên noker vê projeyê reş dikin û hêzên din jî me bi parçebûnê tawanbar dikin. Ji bo wê jî di van rojên dawî de De Mistura gotiye, beşdariya kurdan ji bo diyalogên li ser Sûriyê girîng e, lê belê kurd tenê ji sedî 5 in li Sûriyê. Jixwe ev nihêrînek desthilatdar e, bêçaretî dananîna holê ye. Bi hestên kurdan ên neteweyî lîstin e. Jixwe, De Mistura  bi tu tişta li ser kurdên Rojava nizane. Lê tu gotin bê mane nîn in.

Ger De Mistura çareseriyeke bêyî kurdan difikire, xwe dixapînê. Ew kurdên tu dibêjê ji sedî 5 in, îro ji sedî 15´ê xaka Sûriyê rizgar kirine û hîn jî ji bo azadiya Sûriyê kar dikin û şer dikin. Yanî hebûna gelan, bi hejmara hindik û pirr nayê gotin. Wê demê gelên li bakurê Sûriyê dijîn ên wekî Suryan, Asur, Ermen, Çeçen, Çerkez, Tirkmen hejmara wan hîn hindiktir e. Wê demê birêz De Mistura ji bo wan dibêjê, ew tune ne. Ger nihêrîn ev be, gelo ew ê çareserî çêbe? Bêguman na. Wê demê çareseriya herî guncaw ji bo tevahiya gelên li Sûriyê dijîn Fedresyona Demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûrî û tevahî Sûriyê ye. Pêwîst e, rejîm jî û hêzên muxalefeta hundir û derve ên bi rûmet werin, em bi xwe çareseriya xwe bi pêş bixin, li ser hîmê biratiyê bi hev re bijîn.

jindasilan@gmail.com

04.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema serîlêdana Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter didome

ad

NASNAMEYA MÎLAN KUNDERA

ad

Li Agiriyê Festîvala Evdalê Zeynikê li dar dikeve

ad

Li Silêmaniyê xwendekarekî navendî hate kuştin

ad

Jinên Amedsporê bûn şampiyon

ad

Li Îzmîrê jî Kurdî-Der vedibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname