Nenas Hîçîstanî
Em du niştecihên vê cîhana derdeser bûn. Tu kesî/ê ji me nepirsîbû ka em dixwazin bên li vir an na. Em du mişextî bûn. Bi darê zorê me avêtîbûn li vir. Du mişextiyên ji hev û du bêhay. Lê dengek di dilê me de hevpar bû… Di heman demê de du êşkêş. Tenê bûn em, di tenêtiyeke bêsînor de. Di her mirovî/ê de em li hev û du digeriyan. Em di her bêhnê de li hilmeke nas digeriyan. Di her romanan de, di her fîlman de em li pey hev û du ketîbûn. Pîştî hevşabûnan her tim laşên biyanî li tenişta me diman. Hevşabûnên xwedan hêviyên şikestî dibûn para min û te. Hêviyên me her ku diçû kêmtir dibûn. Lê me yê hev û du bîdîta. Di her kêliyê de dengê dilê min û te ew bi bîr dixist. Du dil dixwestin bibin YEK. Wan dixwest bi hevşabûnê her cudahiyê ji holê rakin û mêranî û jinaniya xwe bi xwêdanê paqij bikin ji tenêtiyê. Ma em nîn bûn du neviyên ademê sêvxwar? Me yê jî bixwara ji sêvê…
Em her ku çûn mezin bûn. Jiyan me pêça bû. Tu di riya xwe de bûyî û ez jî di riya xwe de bûm. Hêviyên me dişikestiyan. Bi heviyên biçûcik diavêt dilê me lê me ew pişt guh dikir. Em li ser piya bûn, lê di nava xemgîniyan de me avjenî dikir di tenêtiya şevan de. Di şevên reş û tarî de çav li der ve dinêriyan bi hêviyên şkestî. Me xwe bi bedenên biyanî disitirand û bi kar û barên rojane xwe dixapand. Min û te bi dengên stranên dengbilind dengê dilên xwe ker û lal dikir. Jiyan bi ya xwe dikir û li me nedinêriya. Jiyana mirovkuj dixwest ‘ez’ û ‘tu’yan bide jibîrkirin…
Ji nişke ve em li rastî hev û du hatin. Dengê dilan ji hev û du nas dikir. Wan bi qîrînên bêdeng bangî hev û du dikir. Lê me xwe ker û lal kirîbû. Me wan dîl girtîbû di bedenên westiyayî de. Lê di kûrahiya çavan de her tişt diyar û eşkere bû. Di wan de tenêtî hebû. Dengvedana dilan bi awayekî bêhêvî di mêjiyên me de olan vedida. Ew tim dixwestin ber bi hev ve biçin û hesreta salan birijînin bi girînî. Lê jiyana kambax me têk birîbû. Em du têkçûyî bûn di vê cîhanê de. Ne wext ne jî cih guncan bû ji bo vê hevdîtinê. Du reşbîn û du tirsonek li şûna me mabû. Mirazên me di çavên me de qurmiçî man.
Û tu çûyî… Te dilê min ê demdemok bi xwe re bir. Li şûna çûyîna te talanî ma ji min re. Jiyan dê bidome bê te û dê min jî bi xwe re kaş bike. Dilê min ê te bi xwe re birî dê tim kavil bimîne. Dê tu kes bi halê min nizanibe. Heviyên qurmiçî dê ji min re hevaltiyê bikin di jiyaneke talankirî de…
*Melayê Cizîrî
***
Nivîsên Nenas Hîçîstanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:


