Diyarname
Sînemaya Beyoglu ya li Beyogluyê dê fîlmên Yilmaz Guney ku niha hatine nûkirin nîşand bide.
Fîlm di navbera 26'ê pûşperê û 16'ê tîrmeha 2009'an de her roj di seansên cihê de dê bêne nîşandayîn.
Guney Film fîlmên Yilmaz Guney ku telîfên wan di destê wan de ye ji ber çavan re derbas kirin û nû kirin.
Di nav fîlmên ku kopyaya wan hatine nû kirin de Seyyit Han, Arkadaş, Yol (Der.Şerif Goren), Agit, Umut, Duvar, Aç Kurtlar, Zavallilar, Suru (Der. Zeki Okten), Endişe (Der. Şerif Goren) hene.
Fîlm niha di sînemaya Beyogluyê de dê bêne nîşandayîn. Sînemaya Beyoglu Beyogluyê bi giştî fîlmê ji Tirkiyeyê û fîlmên serbixwe nîşan dide. Ji ber vê yekê gelek di tengesiyê de ye. Salona sînemayê ku her havînê bernameyên taybet çêdike vê carê fîlmên Yilmaz Guney girt rojeva xwe. Fîlm di navbera 26 pûşper- 16'ê tîrmehê de bêne nîşandayîn û bilêtên wan jî 5 TL ne.
Wekî notek: Fîlmên ku heta niha di depoyan de mane, hin jê jî zerar dîtine di labaratuarên li Îngilistanê de hatin paqijkirin û nû kirin. Li gor agahiyên gihîştin ber destê me hema bêje bi qasî pereyên kişandina fîlmekî li ser nûkirina her fîlmî hatine xerckirin. Bi temamî nêzî sê salan fîlm di labaratuarê de li ser hate xebitîn û hatin paqijkirin.


