Diyarname
Ji Nûnerê Serokdewletê DYA'yê jî ji Berdevkê Wezareta Parastina DYA'yê jî daxuyanî hat û gotin "Em van pevçûnan qebûl nakin."
Piştî ku dewleta Tirkiyeyê ligel hin koman kete Cerablûsê û ji wir jî erîşê YPG û hêzên Qonseya Demokratîk a Sûriyê (QSD) kir, ji DYA'yê nerazîbûn hat.
Nûnerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama yê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk ji ser twittera xwe re peyamên nerazibûnê weşand. McGurk wisa got: "Ji bo me xeber tên ku li başûrê Cerablûsê di navbera leşkerên tirk û komên muxalîf ên girêdayî QSD'ê de pevçûn derketine. Em pevçûnên li herêma ku DAIŞ lê nîn e qebûl nakin û ji bo metirsiya xwe eşkere dikin. Têkiliya DYA'yê bi van pevçûnan re nîn e, ligel yekîneyên DYA'yê ne di nav kordîneyê de ne û em piştgirî nadin. Lewma em bang li hemû aktorên çekdar ên li eniyê dikin ku xwe ji pozîsyona êrîşê bi paş ve bikişînin."
Her wiha wî diyar kir ku ji bo îhtîmala pêvçûnê kêm bibe rêyên têkiliyê jî divê vekirî bin.
Berdevkê Werazeta Parastinê yê DYA'yê Peter Cook jî peyameke elektronîkî ji bo çapemeniya DYA'yê re şand û diyar kir ku ew pevçûnên li başûrê Cerablûsê qebûl nakin. Cook wisa got: "Me raporên ji başûrê Cerablûsê tên nirxandin, me dît ku DAIŞ li vir nîn e. Di navbera hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û hin muxalifan de pevçûn hene. Eşkere ez vê bibêjim ku em vê pevçûnê wekî helwestek nayê qebûlkirin dibînin."
Her wiha Cook got ku ew bang li hemû aktorên çekdar dikin ku xwe bi paş ve bikişînin û dawî li pevçûnan bînin.


