Diyarname
Hunermend Seyda Perînçek heta niha ji ber stranên xwe gelek caran hatiye binçavkirin lê vê carê mesele derbasî tewqîfkirinê bû.
Seyda Perînçek duh serê sibê dema diçû Semsûrê li ser rê di kontrola polîsan de hat binçavkirin. Hat gotin ku di demên berê de ji ber hin stranên wî doz lê hatiye vekirin û ceza lê birîne. Ji ber vê Perînçek tewqîf kirin û şandin Girtîgeha Semsûrê.
Hunermend Perînçek di nav hunera xwe de gelek cih dide ser bûyerên bi ser kurdan de tên. Wî li ser Cizîrê jî, li ser Kobanî jî stran vegotiye heta niha. Hunermend Seyda Perînçek di sala 1979'an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Heta niha bi navê "Tu wateyî", "Penaberî" û "Hêsîrê Çiya" albumên wî derketine.


