ENQERE
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bersiv da êrîşên Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu yên li dijî wekîlên HDP'ê. Demîrtaş rexne li wan kir.
Demirtaş di Civîna Lijneya Giştî ya Navendî de êrîşên Yildirim û Soylu yên li dijî wekîlên HDP'ê rexne kir û got ku piştî destnedayîna wan hat rakirin bê navber bang li wekîlên wan tê kirin û dixwazin biçin îfadeyan bidin. Demîrtaş, anî ziman ku herî dawî bang li 7 wekilên HDP'ê hatin kirin û biryara bi zorê wan bibin hat girtin. Demirtaş bersiv da gotina Yildirim a wekî "Dê mecbûrî heri îfade bidin" da û got:"Bila karê xwe bike, em çawa biçin ew biryar a me ye."
Demîrtaş, gotinên Soylu jî rexne kir û wiha got: "Tirkiye firsendek girîng bi dest xist, lê ev firsend bikar neanî. Ji ber ku ev firsend bikar neanî niha bi awayekî dijwar erîşê HDP û wekîlên HDP'ê dike. Dixwaze bi van êrîşan nijadperestiya tirk geş bike. Sedema qayûma şaredariyan jî ev e. Bi her awayî êrîş dikin. Em dê li hemberî hemû pêkanînên wan ên dijzagonî li ber xwe bidin. Yildirim û Soylu dê hesabê bidin. Soylu dibêje "Ya hero ya mero" du bijarteyan dide pêş me. Em jî dibêjin Hero nebe mero heye. Ew dizane."


