SORAN HISÊN / ROJNEWS
Rêveberiya Deriyê Sêmalka bersiva îdîayên Kenala Rûdaw Tv ên ku dibêje asayîşa Rojava ya li ser Deriyê Sînorê Sêmalka nûçegihana wan îşkence kiriye da û diyar kir ku di exlaqê wan de îşkencekirina rojnamegeran nîn e.
Ji berî çend rojan Kanala Rûdawê îdîa kir ku dema nûçegihana wan xwestiye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe ji aliyê asayîşa Rojava ya li ser sînorê Sêmalka ve hatiye êşkence kirin. Rêveberiya Deriyê Sêmalka bi rêya RojNewsê bersiva van îdîayan da û got; "Di exlaqê me de lêdana rojnamegaran nîn e. Me ji berî niha ew nûçegihana Rûdawê agadar kirî bû ku mafê wê nîn e li Rojavayê Kurdistanê karê ragihandinê bike. Lê ew hatiye bi hewarkirin û deng bilindkirinê bê Rojavayê Kurdistanê."
‘Heqaret li Şehîdan kiriye’
Der barê çima mafê wê nîn e jî wiha hate destnîşan kirin; "Ew karê me nîn e ku rê nedîn. Lê ji aliyê desthilatdariya dadgehê ve ji me re hatiye gotin ku rê pê nedin. Sedemê wê ji ew e ku ji berî niha çendîn rapor li kenala Rûdaw bilav kiriye, tê de heqaret li şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şehîdan kiriye."
Der barê îdiayên îşkence lê hatiye kirin de jî Rêveberiya Deriyê Sêmalka wiha got; "Ew tişt bi tevahî derew in. Exlaqê asayîşa me ew nîn e ku êrîşî rojnamegeran bike û lê bide. Ew nûçegihana Rûdawê yek endamên asayîşê yên mêr nêzî nebûye. Tenê asayîşa jinan a sînor rê lê girtiye û nehiştiye derbasî Rojava bibe. Bê ku tiştekê lê bikin. Tenê derewan dikin da ku wekî berê Rojavayê Kurdistanê reş bikin û navê wê xirab bidin nîşandan. Senaryoyek eşkere ye."
Rêveberiya Deriyê Sêmalka herî dawî wiha anî ziman; "Bavê wê nûçegihana Rûdawê jî ligel bû. Li ber çavê me hemûyan bavê wê gotê, 'cilê xwe bidirîne bila, wisan diyar be, li te dane. Paşê vegere Başûr' û piştre ew ji vegeriya. Me ji bavê wê re bi rêzdarî gotiye ku, ne em in rê li keça te digirin, ji bo vegere Rojava, dadgeha Rojavayê Kurdistanê rê naditê. Tenê erka me bi cih anîna fermanên dadgehê ye. Nûçegihana Rûdawê gotiye ku, ji asayîşa Rojavayê Kurdistanê zilamek jê aciz bûye, jêre gotiye ez ne Xwedê û ne jî kesê dinasim. Ev yek dûrî rastiyê ye. Tiştek wiha nîn e. Li gorî yasayê qet mafekî endamên asayîşa yên mêr nîn e li sînor beşdarî karên jinan bibe. Bi karên jinan re bi taybet endamên asayîşê yên jin mijûl dibin û wî erkî pêk tînin."


