Diyarname
Gelek nivîskar û hunermend ji bo Asli Erdogan û Necmiye Alpay şeva xwendinê bi navê "Em deng dirin azadiyê" lidar dixin.
Asli Erdogan û Necmiye Alpay ji bo Ozgur Gundemê hatin girtin. Her du jî nivîskarên tirk in. Erdogan li pirtûkên xwe li dinyayê navdar e. Alpay li ser zimanê tirkî gelek xebatên wê hene. Û niha her du jî girtî ne. J ibo piştginiya wan şeva xwendinê li dar dikeve.
Şev bi navê "Em deng didin azadiyê" li dar dikeve û nivîskar Ahmet Umit, Ayfer Tunç, Karin Karakaşli, Hakan Gunday, helbestvan Birhan Keskin, lîstikvan Firat Taniş, Defne Halman, Sevinç Erbulak û Selen Uçer beşdar dibin.
Şev 6'ê meha pêşiya me li Sehneya Tatavla li dar dikeve. Her wiha ji "Luxus" (Luksus) hunermend Alper Bakiner, Kamucan Yalçin û Erbil Dogan jî bi stranên xwe dê deng bidin şevê
Bixwînin, bişînin
Di vê navberê de "Uçar Supurge" û "Fîlmmorê" jî ji bo piştgiriya Asli Erdogan xebatek da dest pê kirin. Wan gotiye ji bo piştgiriya Asli Erdogan yên bixwazin bila parçeyek ji pirtûkek Erdogan bixwînin, bi kameraya telefona xwe ya destan, yan bi kamerayek din vê xwendinê bikişînin û wê bişînin navnîşanên heyî. Ew xwendin ji bo piştgiriya Erdogan dê di bêne belavkirin.
Ji bo kesên bixwazin bikevin têkiliyê, yan vîdyoyan bişînin, ev e navnîşan:
info@ucansupurge.org
medya@filmmor.com


