logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Kevokên Diyarbekirê

  • Dîrok: 16/10/2016
  • Beş: Serbest

Bîrcan Degîrmencî 

Dem: Demsala zivistanê, 30’ê Rêbendana 2000’î

Cih: Semta Mêrgehmeda Diyarbekirê, Taxa Şer, Kuçeya Kuçukkavas

Malbatên Ayetullah Dalginê 17 salî û Ali Çelikê 19 salî, neh roj in li zarokên xwe digere. Deriyê ku lê negeriyane nemaye, tu dibêjî qey erd qelişiye, Ayetullah û Ali ketinê. Malbat bi zarokên xwe beled in, tu tiştên wan yên bi guman tune ye, nabe ku çûbin çiya, ev ne mimkûn e. Eşqa wan a tekane kevokên wan yên ku bi azwerî pê ve girêdayî bûn…

Dem: Demsala Payîzê, Kewçêra 2016’an

Cih: Dîsa Diyarbekir. Li Dortyola Baxleran pasajeke kevn ya ku veguheziye qehwexaneyê.

Hundir tije ye. Li aliyekî qefesên ku hundirê wan bi kevokan tijî, li dû hev hatine rêzkirin.

Ji ebûqatan heta bijîşkan, ji meleyan heta esnafan, ji karmendan heta karkeran ji her beşên civakê mirov bi çar çavî li benda bîstek şûn de destpêkirina mezatê ye.

Ji hêla Komeleya Ajalhezên bi Bask ya Diyarbekirê ve heftê carê li vê pasajê mezata kevokan çêdibe.

Damezrînerê komeleyê Mehmet Batmaz, buhayê vekirin û girtina mezatê kifş dike.

Li deftera ku li ber e kî bi çend kevokan dê beşdarî mezatê bibe, dinivîsîne. Û wiha dibêje:

“Malên kevn yên Diyarbekirê û malên du sê qatî, bi baxçe yên li “Hundirê Sûrê” ji bo xwedîkirina kevokan guncan bû, lê jiyana bajêr û çanda apartmanî, şertên fizîkî yên xwedîkirina kevokan ji holê rakir. Mirovên azweriya kevokan pê re hebûn jî, li ser banê apartmanan û di şaneşînên malên xwe de asê man.”

Ayetullah û Ali tê hişê min. Xwe bi xwe dibêjim xwezila ew jî hînga di şanaşînên apartmanan de asê mabûyana. Dê wê çaxê belkî li pey kevokan nediçûn.

Em pirsa “ ji ber eşqa kevokan qet tiştên we winda kirî heye” jê dikin. Erdalê beşdarî mezatê bûye bi ken dest bi gotinê dike: “Min ji keçikekê hez dikir. Hema hema em dê êdî bizewiciyana. Azweriya min ya bi çivîkan re, hevala min a keçik dilnerihet kiribû ku ji min re got: ‘Tu yê ya min yan jî kevokan tercîh bikî’ min jî bêdudilî got kevok…” 

Ez difikirim gelo dildareke wisa ya Alî û Ayetullahî jî çêbûbû.  Bi destê dildareke girtibûn? Ji bilî kevokan, dilê wan ji bo sewdayeke din lêdabû?

Mezatê hê dest pê nekiriye… Mehmet Batmaz xwedîkirina kevokan wekî karekî hezkirinê, azweriyê bi eşqek mezin vedibêje: “Em hezkirina vî karî belav dikin. Hela binihêrin li van mirovan; bawerî, fikir, bîrdozî û karê herkesî cihê ye lê li dora hezkirinekê tên cem hev. Bi ya min ger psîkolojiya we xerab be neçin ba bijîjk; kevokan, çivîkan xwedî bikin, hûn dê bibînin ku çiqas li we tê.”

Kî dizane, belkî Ayetullah û Ali jî ji dêvla ku biçin ba psîkologekî xwedîkirina kevokan ji xwe re tercîh kiribûn. Dema ew ber bi asîmanî ve difirandin azadbûna xwe hîs dikirin, wisa xwe tedawî dikirin belkî. Aniha hebûna, dê bihatana vê derê û temaşeyî kevokan bikirana, gelo wan dê kevok bigirtana destên xwe, li nikulên wan binihêriyana û pûrtên wan miz bidana?

Erdal Uruk jî ji çardeh saliya xwe vir de çivîkan xwedî dike. Ew ji mirovên çivîkbaz diqehire ku di civakê de, derheqê mirovê kevoka xwedî dike de bîrbiriyek (algi) neyînî diafirîne… 

“Dema çivîkbaz tê gotin mixabin wekî diz, esrarkêş, psîkopat tên dîtin. Ez karê tekstîlê dikim. Lê em mala xwe, karê xwe îhmal nakin. Bi xelasiya karî re têm li çûkan dinihêrim, du saetan bi wan re bilî dibim, qût û îlacên wan didim. Li dengên wan guhdar dikim, wan difirînim, temaşeyî xweyîkirina wan ya çêlikan dikim. Çivîk min ji xerabiyan diparêzin.”

Ji bo ji xerabiyan dûr bikevin bi vê eşqê ve hatibûn girêdan Ayetullah û Ali? Û vê eşqê ew dabûn destên mirovên ku tarîtî û xerabî wekî ava jiyanê didîtin?

Di wexta malbatên Ayetullah û Ali lêgerîna zarokên xwe didomînin, operasyona li hemberî Hizbullahê berdewam e. Di serdagirtinên li Enqere û Stenbolê de gorênmalî/mezarev tên tesbîtkirin. Cesedên bi girêkên kor hatiye girêdan û kifşe berî mirinê bi zindîtî hatiye çalkirin xwîna mirovan dide sekinandin. Li gorî agahiyên Mehmet Dagtekîn dide, ku piştî girtina di  bin çavan de dibe îtirafkar, li Mêrgehmedê du gorênmalî tên tesbîtkirin. Peywirdarên ewlehiyê serdagirtina mala yek qatî ya hejmar 13’an ya li Semta Savaşê, Kuçeya Kuçukkavasê, pêktînin. 

Li mala vala, di koxika kevokan de ekîbên ewlehiyê cesedên du kesên ku dest û nigên wan bi zincîran girêdayî dibînin. Tê tesbîtkirin ku ev kes Ayetullah û Ali ne ku şêniyên heman semtê bûn û ji 21’ê rêbendanê vir de windabûne û berî çend rojan hatine kuştin… Dertê holê ku Ayetullah û Ali dema bi pey kevokên xwe dikevin bi xeletî diçin vê malê û Hizbullahî ji van ciwanan dikevin şikê û wan dikujin…

Û mezat dest pê dike…  Ciwanên bi navê Murat û Okan ku dê firotina kevokan pêk bînin, bi dengekî gur, mezata dê kêliyek şûn de dest pê bike û çend saetan bidome, îlan dikin.

“Belêê, buhaya vekirina Gogalayê 100 TL, kuregî 150…”

Kevok di salonê de tên gerandin, muşterî û temaşevan yek bi yek kevokê digirin, lê dinihêrin û bi gorî rewşê buhayê wê zêde dikin. Mezatvanî li salonê gera xwe didomînin.

“Bellê kesê zêde bike tune ye, 250, 500, 2500, buhaya dawî 5 hezar, erê kesê ji 5 hezarî zêdetir ke tune ye, difiroşim, min firr-rot!”

Ji “Bianetê” hatiye girtin

Wergera ji bo kurdî: Mahmut Ozçelîk

Foto: Omer Faruk Baran 


 

**

REKLAM:
Ji 'Kurt Tarîhî' dosyaya 'Dengbêj û Vegotina Devkî'

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Lîsteya Hevşaredarên kurd ên hatin tewqîfkirin

ad

Ji Civîra Viyanayê encamek berbiçav derneket

ad

Stenbolê serdema xwe ya çandê bi konserek vekir

ad

AFP: Van rojan ji Tirkiyeyê 800 kes tevlî YPG'ê bûn

ad

Vane pêşniyarên BDP'ê yên ji bo Zagona Bingehîn

ad

Skoçyayê li Spanyayê textê wan da ber agir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname