WIRYA EHMED / ROJNEWS
Îro seat 6'an de operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê li herêma Xazir ku dikeve rojhilatê Mûsilê dest pê kir.
Çavkaniyek ji hêzên pêşmerge li herêmê ji ajansa me re ragihand: “Hemû amadekarî hatine kirin. Operasyon dest pê kir.”
Niha di van saetan de ku em nûçeya xwe amade dikin jî balafirên Koalîsyonê herêmên di bin destê çeteyan bombebaran dikin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Giştî ya hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê di vê operasyonê de zêdetirî 4 hezar pêşmerge ji sê aliyan ve gundên derdora Xazir wê paqij bikin. Bicihbûna van pêşmergeyan li gorî lihevkirina di navbera Herêma Kurdistan û Hikumeta Iraqê de ye.


