Diyarname
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Ashton Carter piştî hevdîtinên li Enqereyê gotibû ji bo Tirkiye beşdarî operasyona Misûlê bibe rêveberiya Iraqê hatiye qanîkirin lê Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî tiştek din got.
Carter çû Iraqê û ligel Îbadî civîn çêkir. Dûre Îbadî ev daxuyanî da: "Ji bo em Misûlê ji DAIŞ'ê paqij bikin bi têra xwe hêza me heye. Ez dixwazim tirk jî dixxwazin beşdar bibin. Em sipasiya wan dikin. Iraqî dê vê pirsgirêkê çareser bikin û iraqî dê Misûlê û herêmên din ji DAIŞ'ê paqij bikin."
Paşê Îbadî got ku dê Artêşa Iraqê, hêzên Pêşmerge û komên din ên herêmî vê operasyonê bi rê ve bibin, ger hewce bike ew dê alîkarî ji Tirkiye û welatên din ên hêremê bixwazin.
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Ashton Carter îsal bû sêyemîn car diçe serdana Iraqê û wî got ku ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê dê alîkariya wan bidome.


