logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji her demê zêdetir em bi hêvî ne

  • Dîrok: 07/11/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN

Di demên kaosê de ji ber nakokî û aloziyan di nava civakê de bêbawerî û hêvîneman tê avakirin. Kesên ku di van deman de bi rêxistinkirî bin, dikarin bibin hêviya civakê. Sîstemên desthilatdar ku bi xwe çavkaniya nakokî û aloziyan in, dixwazin di van deman de sîstema xwe pîne bikin û naxwazin tu hêzên din ji civakê re bibin hêvî û dîsa di vê kaosê de xwe wekî çareseriya tekane nîşan bidin. Li beranberî wê jî ji bo civakên têkoşer ku bi rêxistinkirî bin, demên herî jê bi hêvî, dibin demên kaosê. Ji ber ku dema sîstemê ya herî lawaz, ev dem e. Her wiha civak nebaşî û xerabiya sîstemê baştir dibîne û di nava lêgerîna azadiyê de ye.   

Di roja me ya îro de dema ku em bi giştî li Rojhilata Navîn û Sûriyê, bi taybetî jî li bakurê Sûriyê dinihêrin li ser navê ol, etnîsîte, mezheb û zayendê civak ketine qirika hev û hev ser jêdikin. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin ji vê alozî û nakokiya heyî sûdê wergirin û gelên li Rojhilata Navîn şahidiya şerê cîhanê yê sêyemîn dikin. Bala xwe bidinê, hêzên ku îro li ser qedera Sûriyeyê xwedî bandor in, tu projeya wan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan tune ye.

Em careke din dibînin ku gel û civak dema ne rêxistinkirî bin û ji aliyê polîtîk ve xwe ava nekiribin, ji ber ku bê hêvî ne, di nava revekê de ne, û dibin qurban. Dema mirov li statîstîkan dinihêre, her roj bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koç dikin. Jin, zarok, kal û pîr li ser rêkan û sînoran ji serma û birçîbûnê dimirin, derbeder dibin û ji koka xwe qut dibin. Her roj, bîlançoya mirin û kuştinê bi hezaran e, asta birçîbûn û bêkariyê di asta herî jor de ye, rê li pêşiya pirsgirêkên civakî, aborî tenduristî û perwerdeyê nayê girtin. Hêzên desthilatdar ên cîhanê û dewletên dagirker ku sedema vê rewşê ne, dîsa jî dixwazin xwe weke hêviyekê nîşan bidin.

Lê tevî van tiştan hemûyan di roja îro de li rojavayê Kurdistanê hêviyeke mezin li cem gel, civak û baweriyan hatiye avakirin. Hêviya ku Rojhilata Navîn ronesansa xwe ava bike, heye û çirûska vê pêketiye. Zilm û zordestî ne bê dawîn e, heqîqet wê batil têk bibe, ronahî wê tarîtiyê bifeşkilîne, tofan jî rabe wekî keştiya Nebî Nuh, wê cihê xwe bibîne. Hemû gelên bindest, jin û kedkar wê bi coş, heyecan û hêviyeke mezin kêliyên azadiyê hembêz bikin. Gelê kurd bi hêza xwe ya rêxistinkirî û bi projeya xwe ya ji bo gelan bûye çirûska vê hêviya mezin. 

Ji ber vê jî li her çar parçeyên Kurdistanê kurdên azadîxwaz bûne hedefa hêzên tarî û desthilatdaran. Yê ku plan û projeyên desthilatdaran têk dibe û li hemberî wan li ber xwe dide, gelê kurd e. Ji ber vê jî dema mijar dibe gelê kurd hemû hiqûqa navneteweyî û qanûn têne binpêkirin. Rê li pêşiya siyasetê digirin, ji welatparêzan bigirin heta siyasetmedar û rêberên vî gelî, her kesî davêjin zindanê. Bi dorpêçkirin û bi birçîbûnê dixwazin terbiye bikin, teslîm bigirin. Lê çerxa felekê êdî ji bo desthilatdaran nagere, gelê kurd bi berxwedanê ew zivirandiye. 

Çawa ku gelê kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî li Rojava bû hêviya mezin ji bo gelên bindest, çand û baweriyên cuda, di roja îro de li hemberî faşîzm û desthilatdariya li ser tê ferzkirin jî ew ê ti caran serê xwe netewîne. Roj ew roj e ku gelê kurd bi rihekî neteweyî li dijî vê zilmê serî rake, li her cihê gelê kurd lê, bi berxwedaneke radîkal hêviya azadiyê mezintir bike. Ji ber ku di roja îro de ji her demê zêdetir em bi hêvî ne û nêzî azadiyê ne.  

jindasilan@gmail.com 

07.11.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Ez tenê canê xwe difiroşim lê hûn...’

ad

YPG'ê bang li saziyên mafên mirovan kir

ad

Ji barana Stenbolê vîdyo û fotoyeke

ad

Navên kesên di bûyera Taksîmê de mirin diyar bûn

ad

Ji Arîç ji bo Roboskiyê stranek enstrumantal

ad

'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname