Siyamend Brahîm
Çiqasî min dil hebû ku rêzdar Heyder li gotara min rexneyeke zanistî bide, û ji seqa dixwest ku heval der mafê hevalê xwe re tiştekî navê wî rexne be bê nivîsîn, rexne hunerek e, bi hemû daçekên xwe ve bilind e û rexne wekî terezûyeke hemû heyberê nivîskarê dixwîne, ew digihîne asteke bilind ku hemû nêrînên rexnevan der barê vî heyberî dixwîne û nerînên xwe ya zanyarî diyar dike.
Cardin jî ez li ber bersiva berêz Heyder rawestim, û xweşik tiştan bi rengekî vekirî raxînim, ji ber ku ne şerm e ku hin ji rastiyê nizanî, yan jî dixwaze xwe li ser çemke!
Lê giran e ku zû tu biryarên xwe bidî, û tu li komela xwe de bibî pirsiyar.
Lê Xwezî mirovê dibêje ez rexnevan im bi qasî ew navê xwe be, û tiştin balkêş raxîne, rexnekê ku em jê sûde bistînin.
Bêlê nameya rexna xuyaye û nameya êrîşê jî beliyê, û ne hewceye tu dîdaran tu biryaran bavêjî.
Bi rastî ez gelekî ji van gengaşiyên dûv dirêj hez nakim, lewre ez mecbûr im bersiva Heyder bidim û jê re bêjim gava tu ji hevalê xwe re bêjî “tûrikê rastiya valayê'' ango ew tiştên dîroka, an jî em dîroka hin tiştên rewşenbîrî diçesipînin ne rast e kak Heyder, rexne tişteke û birînkirîn tiştekî din e.
Lê divê em ji bîr nekin ku piraniya siyastmedar û rewşenbîrên Rojhilata Navîn, rexneyê qebûl nakin.
Û ji bo Heyder ez dibêjim ku alfabeya zimanekî nivîskarekî çênake, lê ew hiş, dil û riya zimanekî qedexekirî vedike, û gava pêşî ji ronahiya zimên şirove dike, gelo em nikarin bêjin ku belavkekê yan jî belavkirina nûçeyekê ji nûçeya serokê dewletekê wekî Amerîka xiste erdê (Water Gaêt)
Haydariya rastî û rexna xweş, lê tîrên xedeng û tûj kirêt e kak Heyder a te tu êrîşê hevalê xwe bikî. Û niha ezê vegerim malpera (Welatê Me) û têkevin ew hevpeyvîna ku rêzdar Ehmed Bavê Alan bi min re kiribû,
Gava ji min hate pirsîn, “Şagirtê te kî ne?”
Gelo ez devê xwe bigrim û rastiya veşêrim?! Na…Na xwedîtin e, ez bi van xortan şaneza me, û oflazî mirovên dikuje.
Û di der bare (Gulistana zimên) min gotibû ev yekemîn alfabe ye ku li Sûriyê destûra belavkirinê dan wê, Ji ber ku a mamoste Osman Sebrî di sala 1955’an de bû, û di dema êrîşa şofoniya Erebî li Şamê hatibû çapkirin, lê ya min yekemîn alfabe ku wezareta ragihandinê destûra belavkirinê daye min, û min ew diriyên tirsê çirandin, ji ber ku ne tiştekî hesan e ku di welatekî wekî Sûriyê bi hevîrê şofoniyê hatiye stran tu pirtûkek zimanên kurdî belav bikî.
Û ji bo nemir Mihemed Berzencî ew jî ji şagirtê Osman Sebrî bû, û Cegerxwîn bû, û ez xweş dizanim ku ew pirtûka wî li Bêrûdê hate çapkirina, ne li Şamê hevalo, Ez dibêjim li Şamê.. ne li Honelolo ye.
Li vir hêjayî gotinê ku mirov west û xebata heval û hogirên xwe winda neke, û kûr û dûr birame, û mafê her kesî bide wan, eger mirov ji vê guvikê derkeve, Îcar tu rastî û rêzdarî jê re namîne!


