logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Çima ne çarşî, çima sûk a erebî?

Nizanim çima kurdên me peyva erebî "sûk"ê bi kar tînin. Ma peyva "çarşî" çi guneh kiriye? Çima em gelek caran nirxên xwe

  • Dîrok: 14/12/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Nizanim çima kurdên me peyva erebî "sûk"ê bi kar tînin. Ma peyva "çarşî" çi guneh kiriye? Çima em gelek caran nirxên xwe û zimanê xwe ji tirkan re dihêlin? Baş tê zanîn ku gelek peyvên kurdî-îranî yên wekî "destek, tek, sermaye" jî ji tirkan re hatine hiştin.

Etîmologên tirkan peyva "çarşî" bi vî awayî "Fa çārsū چار سو 1. dörtyol"  bi zimanê farisî ve girê didin. Di rastiyê de peyva "dörtyol" bi farsî  چهارراه (çehar reh) e, ne "çarsû" ye. Farsî jî be, zimanê farsî û kurdî ji heman malbatê ne, bingehên pirraniya peyvên her du zimanan yek in. Peyv ji zimanê heman malbatê wergirtin, ji zimanekî girêdayiyê malbateke din wergirtinê di her warî de çêtir e. Qet nebe avahiya zimanê mirovan xira nake. Li aliyê din hêjmara "çar" bi kurdî ye jî. Yanê kîteya bingehîn jî bi kurdî ye.

Em hinek li pey vê peyvê bikevin. Di devoka Serhedê de lêkereke taybet heye, lê mixabin ku li ser windabûnê ye. Ev lêkera "çarş kirin" e. Ev lêker heta salên heftêyî jî bi zindî û piralî di nava gel de dihat bikaranîn. Wekî mînak dema sapê genim dianîn bêderê, digotin: "Lawo gurzan vekin, sapê genim çarş bikin!" Yanê ji hev derxin û raxînin: Ji bo vekirin û li ber çavan raxistina her tişta girêdayî, pakêtkirî, girtî jî digotin: "Çarş bike!"

Di salên şêstî de ev lêker ne tenê ji bo genim û hirîyê dihat bikaranîn, kalên welatê me ev peyv ji bo tiştên ku li bazarê dihat raxistin û vekirin jî ev lêkera "çarşkirinê" bi kar dianîn. Wan digot, "Law li bazarê tişt wisa çarşkiribûn, çavên kor jî dikanîbûn her tişt bidîtana!"

Ma çima ev peyv ne bingehê peyva "çarşî" be? Ma tiştê herî rast û mantiqî ne ev e? Jixwe, li mixaze û dikanan, li ber deriyê dikanan tişt wisa tên raxistin ku kiryende bi navekî din kiryar yan jî muşterî bikanin bi hêsanî bibînin û bikirin. Ev awayê raxistinê tenê li navendên bazirganiyê, li cîhên bazaran pêk tê. Bi îhtîmaleke mezin têkiliya peyva çarşî û çarşkirinê bi hev re heye. Ya bingehê vê lêkerê ji peyva "çarşî" yan jî çarşî ji vê lêkerê tê.

Em hinek jî li ser wê paşgira "şû /şi /sî" ku bi hêjmara "çar" ve hatî girêdan, rawestin. Par-sû (parsû), xwe – sû /sî (xwesû /sî), ser -sî (sersî), ma-sî (masî), da-sî (dasî), ku -sî (kusî), rê -sî (rêsî) bi gotineke kurt û kurmancî di kurdî de bi alîkariya vê paşgirê gelek peyvên nû tên çêkirin, di farisî de ne wisa ye. Bi gotineke zelal, dibe ku ev ji çar-sî (çarsî) jî hatibe, yanê çaravêl sî, çaravêl girtî. Çaravêl ji tiştên raxistî re destdayî...

Em baş dizanin ku etîmologên tirk peyvên bingeh-kurdî; yan wekî peyvên farsî, yan mîna peyveke yêrlî dîl (cigehî/ herêmî), yan nola peyveke eskî dîl (zimanê kevn) nîşan didin, yan jî wê peyvê dibin bi navekî navenda Asyayê ve girê didin ku kes pê nizanibe, ew peyv ji kurdî hatiye. Jixwe, çavkaniyên wan jî bi piranî tune, yan jî wekî vê gotina kurdî: "Şahidê rovî dêlya rovî ye!"

Bi dîtina min peyva çerçî jî bi vê peyva çarşî re têkildar e. Lema min hinek li bingehê peyva "çerçî" nêrî, ku deverên nêzîkê cigehên ereban di cihê wê de peyva erebî "etar" bi kar tînin. Hin etîmologên tirkan hewl dane ku vê peyvê bi mongolî ve girêdin. Lê hin zimanzanên tirkan dibêjin; "di tirkî de tîpa 'ç' tune." Di hin ferhengên tirkî de peyva 'çerçî' dîsa bi farsî ve hatiye girêdan. Lê dibe ku têkiliya wê bi çerxbûn/çerixîn (kirdkî çerxnayen) yanê wekî çerxçî > çerçî re jî hebe. Dîsa berê "cer / cêr" dianîn difirotin. Dibe bi vê re jî têkildar be. Peyva çerez û çerçî jî ji hev ne dûr in, heta bi hev re têkildar in. Ji bo vê, em li peyva "çerez" binêrin:

Etîmologên tirkan ev jî bi peyva farsî "çeres چرس " ango geşt û sedeqa ku didin parsekan ve girêdane. Peyva "cang ճանկ" di ermenîkî de tê bikaranîn jî ji farsî hatiye wergirtin, ku di kurdî de jî wekî "çeng"  yanê hundirê destekî tê bikaranîn. Bi gotineke gelekî zelal di kurdî de peyva "çerez" heye, ji bo mewîj, gûz, findiq û tiştê hişk ên ku mirov dikane ji bo hedana xwe anînê, carna bavêje devê xwe. Ku jixwe ev jî bi vê wateyê tê bikaranîn.

Bi dîtina min têkiliya peyva çerçî, çerx (çerixîn /gerîn kirdkî; çerxnayen = gerandin), çerez û çarşî rasterast bi hev re heye û bingehên wan kurdî-îranî ne, dû re ketiye zimanê tirkî. Mixabin ku me ew jî ji tirkan re hiştiye û me peyvên bi erebî yên wekî "sûk, etar" kiriye zimanê xwe. Bi hêviya ku ji îro û pêve hemû kurd peyva "çarşiyê" bikarbînin û wan peyvên biyanî û nexweş yên wekî "sûk / etar" ji nava kurdî derxin....

balani51@gmxl.de

14.122016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Deqe bi deqe kîteyên rojekê

ad

Rikberî û rêjîm, xalên wan ên hevbeş

ad

Ev karker bi 25 TL'yî dê çi bikin?

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlmên yêrlî ye

ad

Ji bo Arsen Poladov çi gotin?

ad

Mîrza Ronî: Ji bo ziman mînaka Lîtvanyayê balkêş e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname