Diyarname
Piştî îstîfakirina teknîk dîrektor Sertaç Buyukbayrak Amed Sporê îro ligel teknîk dîrektor Taner Taşkin ji bo sal û nîv li hev.
Teknîk Dîrektor Taner Taşkin par tîma Manîsa Spor kiribû şampiyon û ji Lîga 2'yem derxistibû Lîga 1'em a PTT'ê.
Teknîk Dîrektor Taşkin di sala 1972'yan de li Îzmîrê hatiye dinê. Ew lîstikvanê berê ye. Wî pêşî di sala 2007'an de Turgutluspor, paşê Yenî Menemen. Di maça Yeni Menemen û Afyonkarahisarê (7 adar 2010) ji ber tevgerên wî yên li hemberî hakêm 3 maçan ceza xwar, her wiha qedexeya ketina kilûba yêdekan jî lê hate birîn. Heta 2014'an li Yenî Menemenê li ser kar bû û paşê dest bi teknîk dîrektoriya Manîsa Sporê kir. Wî Manîsa Spor kir şampiyon û ji bo sala 2016-2017'an ligel Sariyer sporê li hev kir lê lîg nîvî de hişt. Niha wî û Amed Sporê li hev kir.
Serokê Klûba Amed Sporê Nurullah Edemen li ser vê li hev kirinê wisa got: "Di hefteyên dawî de me encamên xirab girt. Di maça Fenerbahçeyê de me maçek baş lîst lê vê carê me kaptanê xwe Şehmus Ozer di qezayek de winda kir. Lê Amed Spor klûbek mezin e. Asta klûbê heye ku hemû zehmetiyan li dû xwe bihêle. Ji bo em dawî li van rojên xirab bînin me ligel Taner Taşkin ku par Manîsa Spor kir şampiyon li hev kir. Bila pîroz be."


