Diyarname
Partiyan berendamê xwe yê ji bo Serokatiya Meclisê eşkere kirin. DTP'ê mebûsê xwe Hasip Kaplan wekî berendam nîşan da.
Partiyên li meclisê DTP, AK Partî, CHP û MHP'ê berendamên xwe yên ji bo Serokatiya Meclisê eşkere kirin. DTP'ê mebûsê xwe yê Şirnexê Hasip Kaplan wekî berendam nîşan da.
Serokatiya Meclisê di destê AK Partî de ye. Ev du sal in mebûsê Ak Partî Koksal Toptan Seroke Meclisê bû, lê Ak Partî vê carê Toptan wekî berendam nîşan neda û mebûsê xwe yê Antalyayê M. Ali Şahin wekî berendam nîşan da.
Her wiha CHP mebûsê xwe yê Stenbolê İlhan Kesici, MHP'ê jî mebûsê xwe yê Sakaryayayê Munir Kutluata wekî berendam nîşan da.
Dîsa mebûsê Dêrsimê yê serbixwe Kamer Genç jî bûbû berendam.
Ji bo hilbijartina serokatiyê di tûra yekem de û duyem de berendamek divê ji sisêyan yek dengî bigire. Ger ji berendaman yek ew qas dengî bi dest nexe dê tûra sêyem jî pêk bê. Di tûra sêyem de tenê pêdivî bi dengê nîvê mebûsan heye.


