Diyarname
Îro faşîstên li nav fûtbolê êrîşê tîmên kurdan Amed Spor û Cîzre Sporê kirin.
Amed Spor ku di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de ye îro li Konyayê bû mêvanê Konya Selçuk Sporê. Amed Spor bi 3-0 bi ser ket. Piştî maçê komek alîgirên Konya Selçuk Sporê êrîşî koma Amed Sporê kirin û camên otobusa Amed Sporê şikandin. Di bûyerê de kes birîndar nebû lê otobusê zirar dît.
Cîzre Spor jî li Bayburtê rastî êrîşê hat.


