Diyarname
Weşanên Enstîtuya Kurdî ji bo zarokan pirtûkeke çîrokê weşand. Ev çîrok ji hêla Orhan Budak ve hatiye nivîsandin û tê de serpêhatiyên simoreyekê tevî malbata wî tên pêşkêşkirin. Çîrok her çiqas ne çîrokeke gelêrî be jî, bi kurmancîyeke xwerû û gelêrî hatiye nivîsandin. Edîtorîya pirtûkê ji hêla Samî Tan ve hatiye kirin.
Ji bo xwestinê:
Weşanên Enstîtuya Kurdî (Zend Bilim Kultur Egitim Ltd. Şti.)
Tel: 0212-6218200 – 6218237


