logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Huner û şoreş û elaqeya wan a bi hev re

  • Dîrok: 24/02/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Şoreş û huner ne du kategoriyên ji hev cihê û îzolekirî ne. Jixwe gava mirov li wan şoreşan dinihêre ku civak ji bo dema peyxwe bi temamî guherîne, em dibînin ku huner û nexasim jî hunerên vegotinê bi erk û roleke mezin rabûne. Ji ronesansê heta bi şoreşa Franse, ji şoreşa Bolşevîkan heta bi şoreşa 1968’an, ev her wisa ye. Lewma ev hunerên vegotinê elaqeyeke xwe ya yekser bi du tiştan re heye ku ji bo civakan bivênevê ne: ya pêşî fikr û hizra wê di şexsê rewşenbîr û hizrkerên wê de ya diduyê jî rewşa çîn û ferdên wê ya darî çav yan jî nepenî ye.

Ji bo ku ev herdu xalên min li jor behsa wan kir bi rastî jî tesîrekê li civakê bike, perwerde xwedî dewreke sereke ye; bê perwerde mirov nikare ne tesîreke hunerî, ne yeke civakî û ne jî yeke siyasî ya şoreşan misoger bike. Maneya vê çi ye? Bila yekser dibistan neyên bîra we, lewma roman xwendin perwerde ye, lewma jî roman nivîsandin dikare li gorî rewşê karekî şoreşgerî be bikasî ku edebî û hunerî ye jî, temaşekirina li filmekê yan jî şanoyekê jî perwerde ye, lewma nivîsîn û pêşkêşkirina wê jî dikare bibe kirineke şoreşgerî. 

Lewma jî bi me ecêb nayê dema ku li Rojavayê Kurdistanê di nava şerê man û nemanê de festîvalên şanoyan ên zarok û dibistanan tên lidarxistin. Ya ku diviyabû me metelmayî bihêle berevajiyê wê ye. Yanî eger li Rojava karên hunerî bihatana taloqkirin yan jî betalkirin, ev ê bibûya şaşiya herî mezin. Şer jî li ber hunerê nikare bibe asteng, lewma li Qadên Parastina Medyayê gelek komên bi karê hunerê radibin û dibistanên hunerê hene ku ji bilî muzîk û filman, şanoyê jî dikin.

Lê belê di warê erka perwerdeyê ya şoreşekê de tişta herî diyarker, perwerdekirina nifşên nû ye, ango ya zarokan. Ev jî bi rêya dibistan, pirtûk, çîrok, film, malbat, saziyên hunerî, televizyonê dibe ne wisa? Lê yek ji hunerên ku herî zêde tesîrê li zarokan dike şano ye. Zaroka ku li lîstikeke şanoyê temaşekirî bi rojan behsa wê dike, belkî jî bi mehan yekser were bîra wê û ji kesên li dora xwe re behsa wê bike. Lewma jî min bi mînaka şanoya ji bo zarokan a Hamburgê hefteya buhurî mînak nîşan dabû. Şano bi kulîsan bi deng, tevger, muzîk û dansê yek ji wan huneran e ku gelek huneran bi yek carê di nava xwe de dihewîne, bi ser de jî ne weke sînemayê ye, lê bêhtir weke guhdarî kirina li dengbêjekî ye; şanoger pêre pêre bi reaksiyonên temaşevan û guhdarên xwe dihisin û dikarin performansa xwe her carê li gorî wê hinekî eyar bikin. Ev jî tesîra wê heger şanoger jî jêhatî bin, misoger dike.

Di rûpelê me yê hunerê de doh nûçeyek li ser weşanxaneya Morî hebû ku ji xwe re kiriye armanc ku materyalên ji bo perwerdeya zarokan çap bike, karekî pîroz e û bi ya min divê ji bo dibistan û dergûşxaneyan materyalên şanoyê jî biafirînin, bila ev jî pêşniyaza min be.

Berî bi dawî bikim dixwazim gotinên bestekara awusturayayî Olga Neuwirt bi bîr bixim. Neuwirt dema ku nîşana mezin a dewletê ya Awusturyayê wergirt axaftinek kir û got, “Desthilatdarî timî hunerê li dijî xwe wekî tehlûkeyekê dibîne, û nexasim jî wiha diyar e hunera jineke piçûk.” Bi ya min di cih de ye mirov li vê gotinê zêde bike û bibêje, dema huner ji bo piçûkên miletekî be hingê desthilatdarî yekcar jê ditirse û heta jê ziravqetandî dibe. Ji ber wê yekê, çawa min hefteya bihurî jî got, divê em mekanên hunerê ji bo zarokan biafirînin wan zêde bikin û hebûna wan misoger bikin. Ev karekî hunerî ye, erê  lê ne tenê...

guldive@yahoo.fr

23.02.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Delala ereban hate kuştin

ad

‘Momo’ya bi kurmancî

ad

Li hemberî derbeyê îro meşek pêk tê

ad

Ev bajar jî dibin 'Bajarên Mezin'

ad

Konfiransa Soranîkirnê an jî Dojminiya Sêqolî li ser Kurmancîyê

ad

Jina Îsmaîl Beşîkçî Leman Beşîkçî mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname