Diyarname
Şaredariya Colemêrgê wê di xebatên xwe de kurdî bikar bîne. Wekî gava pêşî li ser çopdankên xwe bi kurdî Şaredariya Colemêrgê nivîsî.
Şaredariya Colemêrgê 100 bîdonên çopê li ser kolên cur bi cur ên bajêr danî. Li Tirkiyeyê li her bajarî şaredarî bi tirkî li ser çopdankan navê şaredariya xwe dinvîse. Li Colemêrgê, şaredarî li ser çopdankan bi kurdî "Şaredariya Colemêrgê" nivîsî.
Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu got: "Colemêrg bajarekî kurdan e. Me li gor vê yekê li ser çopdankan bi kurdî nivîs nivîsî."


