Diyarname
Îro li ser navê Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş daxuyaniyek hat weşandin û hat gotin ku ew dest bi greva birçîbûnê dikin. Mebûsê HDP'ê Abdullah Zeydan ku ew jî ligel Demirtaş li heman menzelê ye bi hev re dest bi grevê dikin.
Demîrtaş di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê li hemberî girtiyan xirab tevgerê digere, ligel hemû hewldanan nayê diyalogê û pirsgirêkên girtiyên di grevê de çareser nake. Ji ber vê dê Demirtaş û Zeydan jî bikevin grevê. Hat ragihandin ku dê grev roja înê dest pê bike.
Tuncel jî dikeve grevê
Piştî vê agahiyê hat ragihandin ku Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî dest bi greva birçîbûnê dike.
Grev xilas
Piştî vê nûçeyê û bi hevdîtinên saziyên mafên mirovan û HDP'ê yên ligel midûriyeta girtîgehê, midûriyetê soz da ku daxwazên girtiyan bîne cih. Li ser vê girtiyan dawî li greva xwe ya birçîbûnê ya ku 25'ê meha reşemî dabû dest pê kirin anî. Girtiyan sipasiya saziyan kir ku ew bi tenê nehiştine. Demîrtaş jî sipasiya kesên ketine nava helwdanê kir. (Ev agahî roja 31'ê adarê li nûçeyê hat zêdekirin)


