Diyarname
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel piştî Bexdayê vê carê çû Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî hevdîtinek saz kir. Gabriel di axaftina xwe de bal kişand ser şerê Pêşmergeyan a li dijî DAIŞ'ê û got: "Têkoşî Pêşmergeyan a li dijî DAIŞ'ê di heman demê de parastina ewlehiya Almanyayê ye."
Gabriel got ku divê li herêma Kurdistanê hilbijartin çêibbe, pêdivî bi parlemenek kar dike heye.
Barzanî jî di axaftina xwe de ji bo alîkariya Almanyayê sipasiyên xwe pêşkêş kir û di heman demê de got ku ji bo operasyona Misûlê alîkariya çekan a ji bo Pêşmergeyan têrê nake.
Gabriel ku duh li Bexdayê bû li wir diyar kiribû ku Almanya dê zêdetir alîkariya leşkerî neke û diyar kiribû ku têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê ne tenê bi leşkerî di heman demê de bi başkirina jiyana gelê herêmê çêdibe.
Gabriel li ser referandûma serxwebûnê ku Hikumeta Herêma Kurdistana Federe dixwaze saz bike jî axivî û got: "Statuya herêmê karên navxweyî yê Iraqê ye. Kurd di referandûmê de dengê 'erê' bidin ev yek nayê wateya di cih de Iraq parçe bibe."
Li Herêma Kurdistanê 140 leşkerên Almanyayê hene ku ew perwerdehiyê didin pêşmergeyan.
Ji DW hatiye girtin


