Fehîm Işik
Van rojan hin rayedarên amerîkî li pey hev beyanan didin û dibêjin “Pêwendiyên me yên bi PYD û YPG’ê re demkî û taktîkî ne.” Dibe ku beyana van rayedaran li Amerîkayê neyê dîtin, lê li Tirkiyeyê çi AKP’yî, çi jî hin çepgirên neteweperest, van beyanan wisa bi kêf û coş dibînin ku tu dibêjî yên diaxivin, kur û keçên dê û bavê wan in. Pêwendiyên Amerîkayê û yên kurdên Rojava, bêguman pêwendiyên demkî û taktîkî ne.
Dev ji wê berdin, ev 60 sal e di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hevşîrîkatiyeke mestûmezin heye, leşkerên Tirkiyeyê bi dehan caran ji bo berjewendiyên Amerikayê canê xwe daye, lê hê jî pêwendiyên wan taktîkî ne, nebûne stratejîk. Belkî di navbera pêwendiyên Amerîka û kurdan de, di meseleya demkî de cudahî hebin.
Pêwendiyên wan li gel Tirkiyeyê ne demkî ne, lê li gel kurdên Rojava, niha demkî ne. Tiştekî din jî; em di demekê wisa de ne ku bi taybet di peywendiyên berjewendîparêziyê de tu car nikarî xwe ji tevgerên taktîkî biparêzî. Hebe nebe, peywendiyên te taktîkî ne. Madem peywendî taktîkî ne, ka em lê binêrin gelo ji van peywendiyên taktîkî kê sûd wergirtiye? Kî dikare şervaniya kurdan biwezilîne? Ma mimkûn e ku ev qehremanî were wezilandin? Lê dîsa jî em dizanin, şer tenê bi keleşan nayê dayîn.
Li Kobanî kurdan berxwedaneke bêhempa da, gelek dewletan piştgirî dida DAIŞ’ê, lê eger di radeya dawîn de Koalîsyona Navneteweyî ya ku bi pêşengiya DYA’ê tev digere, piştgirî neda şervanên YPG û YPJ’ê, azadkirina Kobanî hinde hêsan nedibû. Piştî demekê berjewendiya Amerîka ji DAIŞ’ê tune bû, nexwest DAIŞ li Rojhilata Navîn bi bandor bibe, piştgirî da gelek hêzan, lê axir mecbûr ma piştgirî da şervanên kurd. Qet şik nîn e, ev yek bi berjewendiyên kurdên Rojava bû. Ji ber vê yekê piştgiriya wan red nekirin û pêk ve belaya herî mezin ya Rojhilata Navîn û her wiha piştgirên wan ên xwînavî ji ser axên xwe qewirandin. Lê nenêrin, hinek “çepgir” tê nagihîjin û hê jî bi galegalên kevn siyaseta xwe dimeşînin. Lê em hemû dizanin ku eger di vê pêwendiyê de taktîk hebe, taktîka herî serkeftî ya kurdan e û em hilfirin ezmanan werin xwarê jî dizanin ku ev pêwendî nabe stratejîk.
Ma pêwendiyên 60 salî yên Tirkiye û Amerîkayê ne stratejîk in, dê pêwendiyên 3 salî yên kurdên Rojava û Amerîkayê çawa stratejîk bin? Guherîn dibe ku di meseleya demkî de hebin. Belê, pêwendiyên wan niha demkî ne û em hemû jî dizanin ku ev pêwendî bi demkî nameşin. Niha aliyên pêwendiyê hev diwezilînin bê ka çawa bikarin vê pêwendiya demkî biguherînin pêwendiyeke demdirêj. Qet şik nîn e, di vê wezilandinê de tiştê herî berbiçav berjewendî ye.
Ji bo pêwendî demdirêj be, dê her du aliyên pêwendiyê taktîkên xwe di ber çavan re derbas bikin û li ser esasên nû, bi taktîkên nûjen tev bigerin. Peyva dawîn; belê, pêwendî taktîk in û li ser berjewendiyên aliyan dimeşin. Ev yek li gel başûrê Kurdistanê jî, li gel Tirkiyeyê jî û li gel hemû welatan jî derbasdar e. Lê pêwendiyên taktîkî yên Amerîkayê bi hinekan re demkî ne, bi hinekan re jî demdirêj in. Niha pêwendiyên herî taze yên kurdên Rojava û Amerikayê ne. Ev pêwendî dê çawa bibin pêwendiyên taktîkî yên demdirêj, em ê bi hev re bibînin.
23.05.2017, Rojeva Medya,


