HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN / ROJNEWS
Ev demeke rejîma Îranê Ava Zêyê biçûk qut kiriye. Rêxistina jîngehparêzên Germiyanê ji hikûmeta herêmê daxwaz dike ku berî rejîma Îranê, rûbarê ava Sêrwanê qut bikin, vêya asteng bikin û di mijarê de xwedê plan û proje bin.
Têkildarî mijarê Serokê Rêxistina Jîngehparêzên Germiyanê Îbrahîm Zerîf têkildarê mijarê ji ajansa me re axivê û diyar kir di van demên dawiyê de rejîma Îranê li devera Raperênê ava zêyê biçûk qut kiriye û got: “Îranê bendav li ser ev ava Zêyê biçûk ku derbasê devera Raperênê dibe, çêkiriye. Ev jê zirarek mezin daye ava Zêyê biçûk."
Zerîf diyar kir ku heman metirsî ji bo Çemê Sêrwanê jî heye û wiha dom kir: “Eger projeyeke Îranê ya çêkirina bendavek li ser ava Sêrwanê hebe, divê were asteng kirin û em li hember vê yekê bêdeng nemînin.”
Zerîf axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ew projeya çêkirina bendavên niha hatine rawestadin yên wekî Bawenur, Berdesur, Xanî Awespî, Xornewezan û Dêwaneyê divê werin destpêkirin da ku van projeyane bixin meriyetê, da ku ev av ne herikin Başûrê Iraqê."


