YEKO ARDIL
Ew der Amed bû, bajar ê kurdan, lê zindan a faşîstan bû.
Sal 1980 cunta li ser kar e. Kurdî qedexe ye, dayîk peyvekê jî bi tirkî nizane, bi dirêjahiya hevdîtinê li nav çavên lawikê xwe dimeyizîne û vedigere.
Gelek ji xwendevanên me û cîhana welatparêz ya kurd Alî Hidir Dogan nas dikin an jî navê wî bihîstine. Kesê ku carekê ew dîtibe, ne pêkan e ku rûyê wî yê biken û geş ji bîr bike. Dogan niha bi sedemê madeya 129/b ya qanûna ceza ya alman bi du sal û neh meh cezayên girtîgehê hatiye cezakirin, li Berlînê girtî ye.
Niha rojên wî di hucreyeke teng a yek-kesî de derbas dibin. Sibehê saet şeşan radibe, piştî pêdiviyan, xwendin dest pê dike, pirraniya dema wî bi xwendinê derbas dibe. Nîvrojê bi qasî saetekê radikeve. A.H.Dogan wiha dipeyive: Li vir pergala razanê pirr girîng e, eger mirov baş sazkar neke, cîhana mirov serûbinî hev dibe. Helbet TV´ya ku tenê çend kanalan wê hene jî heye. Herî dawiyê li fîlma "Berdêla Azadiyê" temaşe kiriye.
Rojê saetekê derdikeve hewşê, li wir jî bi kêm kesan re têkiliya wî çêdibe, ya rastî destûr nîn e. Jixwe gardiyan tim li ber wî sekinandiye. Ji ber doza xwe biriye Dadgeha Mafên Mirovan li girtîgehê tecrîd û çewisandina li ser wî dom dike. Li ser deriyê hucreya wî jî bi wateya kesekî xeter e, nîşeyek nivîsandiye. Ji mafên li hundir yên wekî spora li salona girtîgehê û hwd jî bêpar e. Piştî demeke dirêj mafê pirtûkxaneyê dane, ew der jî bi tenê bi pirtûkên îdeolojiya fermî ya dewleta tirk û getullahiyan mişt e. Çend pirtûkên têkildarî kurdan hene, herçî berhemên bi Bizava Azadiya Kurdistanê ve têkildar in, nahêline ew bikevin girtîgehê. Mafê girtina sê pirtûkan di mehekê de heye, lê ew jî heta diçe ber destê wergêr û dozger û vedigere, vediguhere çîrokeke bêdawî.
Du mînakên kesên heta niha bi wan re derketiye hewşê dide. Yek ji wan, kesekî ji Iraqê ye. Demekê bi hev re sohbetê dikin, piştre derdikeve holê ku ji tawana tecewûza zarokan girtî ye, wî ji cem xwe diqewitîne. Ew kesê tecawizkarê zarokan bi qasî du salan ceza girtiye. Yê din jî xortekî Qefqasî ye, bi riha dirêj û bê simbêl e, di şiklê alîgirên DAÎŞ´ê de bûye, di encama sohbet û danûstandinan de riha xwe kur dike, niha li ser babeta demokrasî û mafên bingehîn yên mirovî hizir dike, ew jî dibe sedema dilşadiya A.H.Dogan.
Berî demekê Xalê Vahap diçe serdana wî. Ji ber ku ji bîr kirine yan jî ka ji çi sedemê ye, wergêr nayê hevdîtinê. Di jûra hevdîtinê de li gel mirovî gardiyan, du polîs û wergêr jî tevlî dibin. Vê carê wergêr nîn e. A. H. Dogan kêm bi almanî dizane, bi zimanekî din jî axaftina bêyî wergêr qedexe ye. Dogan bi çend hevokên almanî yên jiberkirî dixwaze sohbetê bike, lê hevokên wî zû diqedin. Kêliyekê wekî li Zindana Amedê li nav çavên hevdu dinêrin û hevdîtin vediguhere îşkenceyekê. Dogan bi kurdî dibêje: Em biqedînin!
Niha doza wê peyva em biqedînin li A.H. Dogan hatiye vekirin.
Lê ew tim dikene û dibêje, ji min re pirtûkan bişînin, niha zêdetir li ser kurdî disekine û bi pêş ve dibe.
18.07.2017. Yenî Ozgur Polîtîka


