Diyarname
Meclisa Avakar a Bakurê Sûriyeya Demokratîk biryar girtibû ku roja 22'yê rezberê hilbijartina komunan û paşê hilbijartina rêveberiyên herêmî çêbike. ENKS'ê (Eniya Neteweyî ya Kurdistana Sûriyê) bi daxuyaniyek ragihand ku dê beşdarî vê hilbijartinê nebin û boykot bikin. Hikumeta Sûriyeyê jî ragihand ku parvekirina welat li herêman, vegotina federasyonê û lidarxistina hilbijartinan derzagonî ye.
Li gor biryara Meclisê di 22'yê meha 9'an de hilbijartina komunan, di 3'yê meha 11'an de hilbijartina rêveberiya herêmî (hilbijartina tax, gund, navçe û bajaran) çêbike û di 19'ê meha yekê ya sala 2018'an jî hilbijartina Kongreya Rojava û Bakurê Sûriyeya Demokratîk li dar bixe.
Nûrî Brîmo ku endamê Komîteya NAvendî ya PDK-S û Rêveberê ENKS'ê ye ragihand ku wekî ENKS ewê beşdarî hilbijartinan nebin. Bi se de wisa got: "Em wekî endamên ENKS'ê teqez emê beşdar nebin. Ev hilbijartin ne zagonî ne. PYD bi zorê vê bi gelê Rojavayê Kurdistanê dike kirin. Niha dixwazin bi van hilbijartinan rêveberiya ku ew dixwazin saz bikin û vê yekê jî dixwazin wekî meşrû nîşan bidin."
Brîmo îdîa kir ku gelê herêmê koç kiriye, ji ber koçên navxweyî rewşa demokrafîk guheriye û wekî Efrînê hin herêm di bin dorpêçê de ne, lewma hilbijartin çênabe.
Hikumeta Sûriyeyê jî dijî hilbijartinê derket. Ji şêwirmendên Kobara Sûriyeyê Ebdulqadir Ezîz wisa got: "Tu eleqeya hikumeta Sûriyeyê bi van hilbijartinên ku wekî herêma xweser nîşan dane nîn e. Hilbijartin derveyî Zagona Bingehîn a Sûriyeyê ne û hikumet dê qet vê yekê qebûl neke. Ji bilî hikumeta Sûriyeyê mafê kesî nîn e zagonan derxe."
Amadekariyên hilbijartinê dest pê kirin
Li aliyê din Komîteya Hilbijartinê ya Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê ji bo xalên hilbijartinê dest bi xebatan kir.
Li gor nûçeya ANHA'yê ligel komîteyên hilbijartinê yên herêmên Cizîr, Kobanî, Girê Spî û Şîrînê hilbijartin çêbû. Nûnerên Kantona Efrînê jî bi skype beşdarî civînê bûn. Civîn ji bo bicihanîna xalên hilbijartinê hat kirin û hê jî didome. Lîsteyê di encama civînê de bêne amadekirin dê ji Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê re bê şandin û piştî erêkirin dê ji bo çapemeniyê bê pêşkêş kirin.


