Diyarname
Hevşaredara Licê Rêzan Zugurlu îro hat binçavkirin û hat tewqîfkirin. Dewletê di meha reşemiyê de bi kayyûmê dest danîbû ser şaredariya Licê, niha jî Hevşaredar Zugurlu tewqîf kir.
Zûgûrlî îro dema li Amedê ligel diya xwe li ser Rêya Lîse a Semta Çamlica dimeşiya polîsan rê li ber wan girt û Zugurlu girt bin çavan. Diya wê nehişt Zugurlu bê binçav kirin lê polîsan tehde li wê û li Zugurlu kir û bi zor girt bin çavn.
Di sala 2012'yan de bi îdîaya "Ligel ku ne endama rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" doz li Zugurlu hatibû vekirin û ew 13 mehan girtî mabû. Paşê hatibû berdan. Niha ji wê dozê 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li Zugurlu birine û ji ber vê ew tewqîf kirin. Zugurlu birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.


