Diyarname
74'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de fîlmê derhêner Guillermo del Toro yê bi navê "The Shape of Water" bi ser ket û xelata mezin Şêrê Zêrîn girt. Fîlm çîroka evîna ciwanirek û jinek lal vedibêje. Xelata Mezin a Juriyê jî fîlmekî skoçî bi dest xist. Fîlmê bi navê "Foxtrot" ku fîlmekî romantîk fanteziye û lîstikvan Sally Hawkins û Michael Shannon serlîstikvaniya wê kiriye xelat bi dest xist. Di festîvalê de xelatên din jî hatin belavkirin.
Vane berhem û kesên di festîvalê de bi ser ketin û xelat girtin:
- Şêrê Zêrîn: The Shape of Water (der: Guillermo del Toro)
- Xelata Mezin a Juriyê: Foxtrot (der: Samuel Maoz)
- Derhênerê Herî Serketî: Xavier Legrand (bi fîlmê Jusqu'à La Garde)
- Lîstikvana Herî Serketî : Charlotte Rampling (bi rola di Hannah de)
- Lîstikvanê Herî Serketî : Kamel El Basha (bi rola di L'insulte de)
- Senaryoya Herî Serketî : Martin McDonagh (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
- Xelata Taybet a Juriyê: Sweet Country (der: Warwick Thornton)
- Xelata Marcello Mastroianni: Charlie Plummer (Lean On Pete)


