YEKO ARDİL
Gotina: "Eger dengdayîn bibûya sedema guherînekê wê ew jî bihata qedexekirin" ya Emma Goldman di guhê mirov de zinginî dike. Her çiqas ew nêrîna anarşîstî ya li ser pergala serdestî ya maldaran hatî kirin di bingeha xwe de rast jî be, mixabin di serdema me ya îro de bi taybetî jî di vê dem û çax a ku dinya bi giştî di destê serdestan de ye, encamên cihê nîşanê mirovî didin. Di jiyanê de gelek caran babetên giran dihêne nîqaşkirin û ji mirovan tê xwestin ku li dijî pergala serdest têkoşînê bilindtir bikin, bêtir ked bidin, bêtir ji jiyana xwe ya taybet fedakarî bikin. Lê gava dem tê û hilbijartin derfetê tîne ber derî jî, ji însanan tê xwestin ku qet nebe dengê xwe bidin û ev jî fedekariyeke pir mezin naxwaze. Belkî ev jî di hundirê xwe de nakokiyekê xwedî bike, lê em bixwazin nexwazin pergala serdest ya ku îro cîhanê bi rê ve dibe bi piranî ji parlamentoyan pêkhatî ne û ew jî li gel ferq û cudahiyên navxweyî jî, kêm zêde bi piranî di encama pergala dengdayînê de dihêne birêvebirin. Li aliyên ku ev pergal nebûne yan jî nîn in, ji xwe ne pêkan e mirov behsa maf, dad, muhalefet û dengan jî bike. Helbet ew jî bi serê xwe babeteke din e.
Li Almanya piştî şerê duyemîn ê cîhanê ev dibe cara 19'an ku ji bo diyarkirina endamên Parlamena Federal hilbijartin hatin kirin. Li gorî daneyên ku ji aliyê Daîreya Statîskên Federal ve hatin belavkirin 31 mîlyon û 500 hezar ji wan jin û 29 mîlyon û 800 hezar jî mêr bi tevahî 61 mîlyon û 300 hezar hilbijêrên qeyîdkirî hene.
Di encamê de wekî dihat payîn partiyên mezin ên Almanyayê û her wisa yên desthilat di hilbijartinê de dîsa bi ser ketin û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo cara çaremîn mafê serokwezîriyê bi dest xist. Helbet di rêjeya dengên wan de ketin heye, lê ew bi ser ketin û siyaset li encama bi dest ve hatî dimêzîne, ne li çîroka zehmetiyan û sedeman.
Partiyên wekî Dîe Lînke (Çep) û Keskan ku me di nivîsên berê de jî behsa wan kiribû û ji nav 42 partiyên alman ên beşdarê hilbijartinan bûbûn, bi tenê wan her du partiyan bersiva pirsên saziya kurdên li Almanyayê NAVDEM'ê dabûn, mixabin ev her du partî jî ya dixwestin û kiribûn armanc bi dest nexistin. Partiya Çep her çiqas rêjeya dengan parastibe û li hin deveran zêde kiribe jî, di encamê de bi ser neket. Dema borî di parlamenê de di rêza 3'yan de bû, lê vê gavê ketiye rêza pêncan û Kesk jî di rewşeke nebaş de ye.
Lê ya girîng û ya bûyî sedemê tirs û fikara gelek kesan jî, serketina mezin a partiya nasyonalîst û rastgira radîkal AfD'ê ye. AfD di van çend salên dawî de li gel ku nû hat damezirandin jî, bi lezgînî pêşket û di vê hilbijartinê de jî bi girtina 94 kursiyên di parlamenê de bû partiya sêyemîn a Almanyayê.
Baş e, Partiya Alternatîf ji bo Almanya (AfD) çi ye û çi dixwaze? Ev partiya ku dilê gelek kesan bi taybetî jî yên koçber û biyanî diêşîne, piştî neserketina partiya bi navê NPD'ê ya nasyonalîst di destpêka sala 2013'yan de hat damezirandin. AfD bingeha siyaseta xwe li ser şaşiyên partiyên desthilat û xetera ku ji koçber û penaberan dibîne ava kir. Li gorî wê, Almanya her diçe dikeve bin bandora biyaniyan û rengê xwe yê neteweyî ya almanî winda dike. Dîsa penaberan wekî kesên ku bi qaçaxî tên û Almanya dagir dikin, didin nîşan.
Her çiqas bi awayekî eşkere nebêjin jî, hebûna tirkan a li vî welatî û rewşa wan a ku gelek derfetên Almanyayê bi dest dixin jî, di bingeha propagandaya wan de ye.
Niha Almanya bi bobelateke nû re rû bi rû ye. Dibe ku her kes cihêreng binirxîne, lê di rastiyê de piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn li Almanyayê faşîzm bi awayekî vekirî bilind bûye û ji vir şûn de jî wê di Parlamena Federal de dengê xwe bigihîne derdorên berfirehtir. Di vir de rista partiyên çep û demokrat derdikeve holê. Gelo wê SPD li xwe biwarqile û serpêhatiya salên şerê duyemîn wekî ders binirxîne an jî bikeve heman şaşiyên ku bûbûn sedemên felaketa hemû mirovahiyê? Lewre gava mirov li rêjeya dengên Sosyal Demokratan (SPD), Partiya Çep û Keskan dinêre xwe digihîne % 40'î. Ev jî hêviyeke ku bikare pêşî li faşîzmê bigire dide mirovan.
26 Eylül 2017 Salı


