Kenan Kirkkaya / ENQERE / MA
Hiqûqnasê Makeqanûnê Mîthat Sancar bal kişand ser referanduma li Herêma Federal a Kurdistanê û got ku "Serxwebûnê dest pê kirine", "Pêvajoya Sykes-Pîcot rûxiyaye" û eşkere kir ku mafê tu hêzî tune ku êrîşê Herêma Federal a Kurdistanê bike.
Herema Federal a Kurdistanê ya Iraqê berî çend rojan referandûma serxwebûnê pêk anî, di serî de Tirkiye û gelek welatan bertek nîşan da. Hin welatan bi gefên wekî "Em ê mudaxaleyê Kurdistanê bikin", hin welatan jî gefên "Em ê wan bi birçîbûnê terbiye bikin" li kurdan xwarin.
Yek jî hiqûqnasê girîng ê li Tirkiyeyê Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, aliyê hiqûqî yê navneteweyî referandûma Herêma Kurdistanê nirxand. Sancar da zanîn ku yek ji rêgezên navneteweyî ew e "Divê netewe bi xwe qedera xwe diyar bikin" û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Ev rêgeza bingehîn a di serxwebûna 1948'an (Îsraîl) de heye. Dê bi kîjan meseleyê ve bê girêdan, li ser hîmekî hiqûqî nehatiye rûniştandin. Her civak dê çawa xwe bi rê ve bibe, mafê vê dikare bê nîqaşkirin, dê bi tena serê xwe bijî an na. Di vir de girêdaneke xwe ya hiqûqî tune. Ev herî zêde bi konjoktur, rewşa siyasî û bi hêzî ve girêdayî ye. Dema te got 'Ez naxwazim li vî welatî bijîm, şert ne guncav in, mafê xwe dixebitînim' tu dikarî serlêdanê bikî. Serkeftina vê an jî ne serkeftina vê bi hiqûqê re girêdayî nîn e, siyasî ye."
BLOKA ROJHILAT RÛXIYA, ÇEK Û SLOVAKÎ BI HEVKIRINÊ VEQETIYAN
Sancar diyar kir ku dê ev maf çawa bên xebitandin, hin nîqaş hatine kirin, lê encamek dawî derneketiye holê û wiha axivî: "Hin kes dibêjin 'Di van şertan de xebitandin rewa ye, berovajiyê wê ne rewa ye.' Ev hinekî teorîk e lê di esasê xwe de siyasî ye. Di vê mijarê de konsensus tune. Di warê cudahiyê de tiştê ku di jiyanê de pêk tê, tenê pêkanînek heye. Bloka rojhilat nizanim çi, li wir tiştê qewimî rûxandin bû. Ew veqetiyan û pergala xwe ava kirin, piştre ew nas kirin. Tenê Çek û cudabûna Slovakan heye. Wan jî li hev kir. Wê demê jî pirsgirêk hebûn. Lê heke li hevkirinek tune be di warê hev veqetînê de hiqûqeke navneteweyî ya girê dide hev tune."
ŞERÊN SERXWEBÛNÊ HENE…
Sancar bal kişand ser şerên di demên derbasbûyî û "Têkoşîna rizgariya neteweyî û şerê azadiyê yê li dijî mêtingeriyê" jî û wiha dom kir: "Di salên 1960-70'yî de şerên serxwebûnê qewimîn û cudahiyên piştre qewimîn hene. Ji derveyê vê dewleteke ku şer dike û serxwebûna xwe bi dest dixe nizanim." Sancar der barê encamên referandumê de jî hin tespît kirin û da zanîn ku Barzanî dê demekî bisekne û ev tişt got:
PÊVAJOYA SERXWEBÛNÊ DÊ DEST PÊ BIKE
"Îro pê de dê pêvajoyek dest pê bike. Meseleya bingehîn dê di kîjan şertan de destekê bigire. Dê komjoktureke guncav çawa derkeve holê, dê li benda wê bin. Lê ez vê referandumê wekî rêya ber bi serxwebûnê ve dibînim. Ev ji amûreke siyaseta navxweyî derket. Bandora wê jî bi siyaseta navxweyî re ne sînor e. Li gorî min plana 1916'an yanî Syke-Pîcot li Kurdistanê rûxiya. Ev destpêka ji derketina wê pergalê ye. Ji xwe bingeha esasî ya peymana Sykes-Pîcotê parçekirina Kurdistanê bû. Dema ew biqede, mijara bingehîn a derdikeve holê Kurdistan e. Dê vê carê pevçûn li derê hanê biqewime. Dê têkoşîna kesê ku dixwaze Sykes-Pîcotê li gorî şertên nû sererast bike û yê ku dixwaze biguherîne de bidome. Wateya vê jî ev e. Dê li Rojhilata Navîn avabûnên serbixwe yên kurdan hebin an na? Başûr perçeyê nêzî vê ye, Başûr ev da destpêkirin û îro şûn de dê bandora wê derkeve holê. Ev ne meseleyeke ku tenê Îran û Sûriyeyê nizam wir vir eleqedar dike, hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ez dibêjim ku şerê li Sûriyeyê beşa zêde qediya û dê îro şûn de beşeke têkoşînê di vê xetê de bimeşe. Dê statuya kurdan çawa be, dê Sûriye çawa bê bi rêvebirin? Ez dibêjim referanduma Kurdistanê girîng e û tenê aliyê wê yê li Başûrê Kurdistanê nîqaş nakim, wekî ji nû ve şekildayînê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn dibînim."
Sancar gefên Îran, Iraq û Tirkiyeyê jî nirxand û da zanîn ku mafê tu dewletî tune mudaxaleyê Kurdistanê bike.
DIŞIBE REWŞA FILISTÎNÊ
Sancar herî dawî got ku Iraq nikare Kurdistanê bitepisîne û encamên referandumê jî bi van gotinan anî ziman: "Dibe bi du şeklan bixebite. Dibe ku bikeve pevçûnê û xwe bispêrere leşkerî. Ya duyemîn jî bi hikumeta navendî re hevdîtinê pêk bîne. Mirov dikare bişibîne pêvajoya Filistînê jî. Di 30-40 salên dawî de bi Filistînê re konferans pêk dihatin... Dibe ku berdevkên Başûr ên hilbijartî bi hikumeta Iraqê re hevdîtinan pêk bînin û dibe ku ev veguhere konferanseke navneteweyî, wekî Camp Davîd an jî Osloyê. Ez dibêjil rêya meqûl ev e. Ez ne bawerim Amerîka serî li vê rêyê bide. Ez dibêjim bi rêya hevdîtinan bi destxistina encaman zêdetir li pêş e. Dibe pêvajoyeke navneteweyî dest pê bike. Îhtîmala şerekî bi Iraqê re gelekî kêm e. DYA destûrê nade vê. Her du hêz dê neyên pêşberî hev. Hikumeta navendî nikare vê bitepisîne. Her du alî jî nikarin serweriyê li ser hev qayîm bikin. Lê heke DYA giraniyeke xwe dayne holê, dê ev alî Kurdistan be. Dibe Iraq jî xwe nêzî Îranê bike, ev jî tê wateya şerê li herêmê. Pêvajoyeke xeter e, dibe ku destûrê nedin vê. Lê her tişt girêdayî îhtimalan e.”


