Diyarname
Lîstikvana navdar a Îtalyayê Claudia Cardinale ku wekî mêvana Festîvala Fîlman a Stenbolê tê Stenbolê.
Lîstikvana navdar Claudia Cardinale di sala 1938'an de li Tûnêsê tê dinê, hê di 18 saliya xwe de "Keçika Îtalyayê ya Herî Xweşik a Tûnûsî" hate hilbijartin, heman salê tevî Marcello Mastroianni di fîlmê "8.5" ê derhêner Fellini de lîst û li dinyayê nav da. Dûre di fîlmê Blake Edwards “Pembe Panter”, ê Rock Hudson “Çavên Girtî”, ê Tony Curtis “Don’t Make Waves” û ê Richard Brooks “The Professionals” lîst, bû xwedî heyranên mezin di qada Hollywoodê de.
Heta niha wê li dor 70 fîlmî de lîstiye û ji bi fîlmê "Zemanekê Rojava" di nav sînemagerên ku nayên ji bîr kirin de cih girtiye.
Claudia Cardinale ku ji sala 1999'an de di warê Qada Mafên Jinan de Qasida Niyetbaş a UNESCO'yê ye, dê di şeva destpêkirina Festîvala Fîlman a Stenbolê de bibe mêvana festîvalê û Xelata Rûmetê pêşkêş bike. Her wiha fîlmê derhêner Luchino Visconti ê bi navê "Leopar / Il Gattopardo” ku di sala 1963'yan de hatiye kişandin jî bê nîşandayîn. Di fîlm de Cardinale tevî Burt Lancaster û Alain Delon serlîstikvanî kiriye. Fîlmê Cardinale dê 5 avrêl roja şemî saet 16'an de bê nîşandayîn û ew jî dê beşdar bibe.


