Diyarname
Konseya Rêvebir ya KNK'ê, civîna xwe ya asayî ya 1'emîn saz kir û karbeşî pêk anî.
Piştî 17'emîn Civata Giştî ya KNK’ê roja 11’ê mehê rêveberiya nû ya KNK'ê civîn çêkir û encamnameya wê eşkere kir. Di civînê de karbeşî hat kirin, cîgirên hevserokan, şêwirmendên wan û serokên komîsyonan hatin diyarkirin.
'Siyaseta klasîk dide windakirin'
Ji çend agahiyên ku di encamnameyê de hatin eşkere kirin bi vî rengî ne:
- Piştî referandûmê bi giştî derket holê ku pewîstî bi nûbûna hişmendiya siyasî heye. Dubarekirina siyaseta klasîk bi kurdan dide windakirin. Kurdan, bi sedema siyaseta parçekirî, ezezitî, hem di qonaxa Şerê Cîhanê ya 1’emîn û hem jî ya 2’emîn de winda kir. Lê îro di qonaxa Şerê Cîhanê yê 3’emîn de derfet û mecalên serkeftinê zêdetir in. Ne kurd kurdên kevn in, ne Rojhilata Navîn û ne jî cîhan wekî berê ye. Israrkirina kevneperestiyê, îro dide windakirin.
- Her çiqas piştî referandûmê gelê me yê başûrê Kurdistanê nerazî û xemgîn be jî, pêwîst e ji mecalên serkeftinê bêpar nemîne. Bi xwedîderketina ezmûnên rojavayê Kurdistanê, her wiha xurtkirina diyaloga gel di navbera Başûr û Rojava de, dikare xizmeta rêya avakirina siyaseteke nû li başûrê Kurdistanê veke. KNK di wê derbarê de pewîstiya danûstandina di navbera her du parçeyan de, wekî bingeha bi hev hêzkirinê dibîne. Gelê me yê başûrê Kurdistanê, lazim e bizanibe ku hêza hemû kurdan li Bakur, Rojava û Rojhilat li pişta wan e. Moralê xwe ji hêza kurdan ya li Rojava, Rojhilat û Bakûrê Kurdistan bigire.
Komîsyon û peywirdarên wan
KNK'ê di civînê de ev karbeşî pêk anî:
- Cîgirên Hevserokan Tahîr Kemalîzadeh û Dilşa Osman
- Şêwirmendê Hevserokatiya KNK'ê Hakîm Farûq Jamîl
Ji bo Serokên komîsyonan:
1- Komîsyona Karên Derve: Adem Ûzûn
2- Komîsyona Jinan: Dilşa Osman
3- Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê: A. Avesta Aydin
4- Komîsyona Jîngehê: Dr. Abdullah Îbrahîmzadeh
Serokên Komîteyan:
1- Komîteya Ragihandinê: Refîk Xefûr
2- Komîteya Darayî: Zubeyir Aydar
3- Komîteya Mafe Mirovan: Behzad Pîrmûsa”


