Culemêrg
Di çarçoveya kampanyaya "Zimanê kurdî bila bibe zimanê fermî" ku TZPKurdî dabû dest pê kirin li Culemêrgê meşeke li dar ket.
Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu, Serokê DTP'a Culemêrgê Huvzullah Kansu, Serokê DTP'a Navçeya Navendî Fahri Kurt, Endamê Meclisa Jinan a DTP'ê Zeynep Orbec, endamên saziyan jî têde bi sedan kes li ber Îş Hani ya Şaredariyê hatin ba hev û meşiyan.
Meşvan li dû pankarta "Êdî bes e, em perwerdehiya zimanê xwe dixwazin" meşiyan û diruşmên wekî "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jiyan na be", "Kurd, kurdî, Kurdistan", "Ciwan hêzên parastina ziman in" qîriyan.
Meş heta ber deriyê Dibistana Seretayî ya 23 Avrêlê dom kir û piştî xwendina daxuyaniyê meşvan belav bûn


