Diyarname
Derhênerê navdar Halif Refit (75) ku ev demekê bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da.
Refig di sala 1934'an de li Îzmîrê hatiye dinê. Wî leşkeriya xwe li Koreyê kir. Di vê navberê de dest bi kişandina fîlmên 8mm kir. Refit di sala 1956'an de digil Nijat Ozon kovarên sînemayê "Sinema" û "Kim" derxist û di van de nivîsên rexneyî yên li ser sînemayê nivîsand. Dûre di "Yeni Sabah" û "Akşam"ê de rexnegiriya sînemayê kir.
Refig di fîlmê "Yaşamak Hakkimdir" ê Atif Yilmaz de asîstaniya Yilmaz kir û di sala 1960'î de yekem fîlmê xwe "Yasak Aşk" kişand.
Wî bi fîlmê xwe "Bir Turk'e gonul verdim" li Moskova, Delhiya Nû û Festîvala Sorrento xelat girt. Bi fîlmê xwe "Gudbet Kuşlari" jî di sala 1964'an de li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê xelata Derhênerê Herî Serketî bi dest xist.
Halit Refig rêzefîlmê "Aşk-i Memnu" ku niha şêweya wê ya nû di kanaleke de ji nû ve tê kişandin û nîşandayîn di sala 1975'an de ji bo TRT'ê kişand.
Derhêner Refig di sala 1997'an de bi biryara Senatoya Zanîngeha Mîmar Sînanê ji zanîngehê "Profesoriya Rûmetê" girt.
Refit heta niha bi sedan gotar nivîsandiye, bi dehan fîlm kişandiye, bi dehan jî senaryo nivîsandiye. Her wiha sê heb jî pirtûkên wî hene.


