logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Em bi destên xwe Afganistanê çêdikin

  • Dîrok: 25/03/2018
  • Beş: Serbest

Asli Aydintaşbaş

Ji operasyona Mertala Firatê heta niha dîmeke ji El-Baba ku di bin destê Tirkiyeyê de ye hebû. Ji aliyê rojnamegeran ve hema bêje me mimkûn e mirov destûrê ibgire here herêma Mertala Firatê; ji ber vê jî min bi baldarî lê temaşe kir. Di nûçeya mijara "Binêrin me şaristaniyeke çi xweş anî, dibistan vebûn" derdixe pêş de polek dibistanê nîşan dida. Mamosteya ji Sûriyeyê ku bi tirkî xeber dida, tiştek wekî 'bûrka' ya li Afganîstanê li xwe kiribû û rûyê wê jî girtî bû. Xwendekar jî bi vî awayî, tenê çavên wan dixuyan.
Berî vê dîsa ji heman herêmê ji Cerablûsê jî vîedoyên wisa hatibûn weşandin. Li nexweşxaneyê dixtoreke ji serî heta binî xwe bi reşê girê dabû. We nedikarî çavên wê jî bibînin. Li kuçeyan, dibistanan, li sûkê jixwe jin hema bibêje qet nedixuyan.
Cihê ku ez qal dikim herêma ku piştî ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin ev salek e di bin destê Tirkiyeyê de ye... Şaredariyên Entab û Kilîsê û AFAD salek e alîkarî dibin vê derê, sergoyan kom dikin, elektrîk û karê çêkirina avahiyan dikin û 140 hezar sûriyeyê li vir hatine bi cih kirin.
Lê dîmena ku derketiye holê nîşan dide ku li ber sînorê me wekî Peşawer herêmek îslamparêzên radîkal çêbûye. Enqereyê kir ku li wir konseyeke herêmî saz bibe û rebêrên herêmî tayîn kirin. Her wiha demek bi fermanameyek qedexe kir ku mamoste û dixtor rûyê xwe bi laçikê veşêrin. Baş jî kir. Li nexweşxaneyê dixtorê/a rû girtî dibe?
Li Erebistana Siûdî hûn nikarin tiştek wisa bibînin! Lê êdî ew "konseya herêmî" konseyek çawa ye di cih de serî hilda. Zilamên dişibiyan DAIŞ'iyan li dijî Tirkiyeyê daketin kolanan. Enqereyê bi paş ve gav avêt. Di dawiyê de bi bacên me pêşî li rêveberiyeke bi îdîaya şerîetê tê bi rê ve birin, rejimek wekî Talîbanê hat avakirin.
Ev hê destpêk e. Tirka min ew e ji ber polîtîkaya dijkurdbûnê û polîtîkaya bêhesab û kîtap dê di nav çend salan de hemû aliyên radîkal ên li Sûriyeyê bi ser me de bêne şandin.
Ji kerema xwe re bila şaş neyê fêmkirin; Beşek mezin a sûriyeyiyan mirovên baş in. Tirkiyeyê mirovên ji şer reviyan girtin nava xwe, ev yek rast bû jî. Lê niha di nav wan de bi gotina "Bila ji El Kaîde û YPG, Kurd nebe çi dibe bila bibe" rê dide ber han û ev yek dê serê nifşê pêşiya me biêşîne ku ev pêvajo dest pê kiriye.
Pêvajoya Asta hem yên li Rojhilatê Gutayê, hem yên li Îdlibê berê hezên radîkal dide sînorê me û wan dixe bin ewlehiya Tirkiyeyê. Li gor daneyên NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) ji meha berfanbarê ve ji ber pevçûnên li Îdbilê 400 hezar sivîl ji cihên xwe bûne. Ew hat ser sînorê me. Dema mirov got Îdlid divê mirov bisekine û bifikire; ji ber ku ev demek dirêj e ew der ji aliyên El Kaîde û şopînerên wê ve tê birêvebirin. Lewma kesên ji wir hatine ji bo rejimek wekî ya Talîbanan qebûl  dikin. Niha ne tenê ji bo Cerablûsê, bi demê re ji bo Riha, Kilîs û Antakyayê jî dê hema tiştî bixwazin.
Çavdêrîxaneya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser 400 hezar kesên ji mehên berfanbar-reşemiyê koç bûne wisa dibêje: "Ew beşdarî 1.3 mîlyon kesên li ser sînorên Tirkiyeyê di konên xirabe de dijîn, pêdiviya wan bi xwarin, ava paqij, cihê mayînê û tenduristiyê hene bûn ku ew her di bin tehdîdê de ne."
Hûn hay ji meziniya bûyerê hene ne?
Enqere bi sedema hebûna YPG'ê ya li ser sînorê me dûr bixe bi destê xwe tamponek îslamparêz a di bin destên cîhadxwazan de ava dike. Bi ya we ev yek tiştek baş e? Dema mirov bibêje "Me Efrîn ji terorê paqij kir" û dibistanên wekî El-Babê mirov veke dê sînorê me hê biewletir be? Bi sedema mirov sînorên xwe bi ewle bike bikeve rê û bi derfetên Tirkiyeyê mirov li ser sînorê xwe cihek wekî Afganistanê ava bike, hemû îslamparêzên radîkal ên ji Îdlig û Rojhilata Gutayê bîne li ser sînorê xwe bi cih bike tiştek çawa ye, ev berhemeke çawa ya fikir-zikir û stratejiyê ye? Hemû komên îslamparêzên radîkal dê di bin banê Mertala Firatê de li ser sînorê me yê başûr bi cih bibin dê Tirkiye hê zêdetir di nav ewlehiyê de be?
Ger cihê vê quncikê bimana min dê ji bo we qala Pakistanê bikira ku di salên 80'yî de çawa bi heman fikrî ketin rê û îro çawa welat bûye bingeha terorê. Lê cihê min têrê nake.
Ji ber vê em vê pirsê bikin:  Hûn dixwazin li nav taxa xwe ligel kurdên sekuler û 'marjînalên li Cîhangîrê' bibin cîran, yan ligel îslamparêzên radîkal ku bi otobusan ji Rojhilatê Gutayê anîne bibin cîran?
Lê bêyî hûn çivan bidin xwe bersivê bidin!
25.03.2018, Cumhuriyet
Wergera ji tirkî: Diyarname

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Denîz Nakî bang li Mesût Ozîl dike

ad

Heyeta KCD'ê çû Başûr

ad

Gava kurd tiştên bi qalîte çêkin ewê bikirên wê hebin

ad

Peykerê Lenîn xira kirin

ad

Li 9 navendan Newroz bi girseyî hat pîrozkirin

ad

Parlamenterê kurd Samî Şoreş jiyana xwe ji dest da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname