___Dilyar Amûdî___
Li bajarê Londonê, paytextê Brîtanyayê, ev bûyer çêbûye. Mamosteyek, niha 64 salî, bi şagirtekî xwe 20 - 30 caran seksê dike.
Bûyer di salên 80'yî de qewimiye. Her wiha heman mamoste, navê wê Sally-Anne Bowen e û wê çaxê 24 salî bû, li cafeyekê hiştiye şagirtekî wê yê din bi memikên wê bilîze û maçî wê bike.
We heta vê derê xwendibe, ez dixwazim ji we re bibêjim ku nivîs ne li ser vê mijarê ye. Jixwe mamoste dibêje, min tiştekî wisa nekiriye û ez wê çaxê nexweş bûm û min nedikarî ez bikim jî.
Lê ev nûçe di Daily Mailê de wisa hatiye belavkirin wekî ku sûcê mamosteyê qebûl bûye û dadgehê biryar daye. Lê di rastiyê de hîn jî tu biryar nehatiye dayîn û hîn jî tawanbarî nehatiye pesendkirin.
Ev ne şêwazekî baş ê ragihandin û weşanê ye. Ez bixwe piştgiriya wê nakim ku em nûçe û nivîsên wisa çêkin. Lê min got ka em bicerbînin û sernavekî wisa binivîsin û binêrin bê çend kes ew ê têkevinê û bixwînin. Min got, bi pirsiya “Gelo hûn dizanin ji ku ye?” belkî balê bikişînim. Eger li gorî nivîsên din, bêtir bê xwendin; nexwe mesele ne tenê meseleya kurdî ye. Lê belê nivîsên me û sernavên me jî têra xwe ne balkêş in.
Lê eger encam ne wisa be jî, divê em dev jê berdin ku xelkê û miletî tawanbar bikin û hema gilî û gazinan bikin. Divê em êdî nebêjin, kes bi kurdî naxwîne û divê em li rêyekê bigerin ku bihêlin bêtir bi kurdî bixwînin, biaxivin û lê temaşe jî bikin.
Min bixwe jî ev gelekî kiriye. Partiyên me jî dikin û her kes dike. Her sûc sûcê civak û miletî ye wekî ku em karekî bêhempa dikin lê milet nake. Nabêjim gelek sedemên din tune ku karên bi kurdî zehmettir dike. Lê divê tu vê ji bîr nekî, eger milet te nexwîne, nexwe tu têra xwe baş nanivîsî. Eger kes li te temaşe neke an naxwîne, nexwe ji xwe bipirse, gelo kar û berhema min têra xwe nebaş e? Gelo min xweşik dernexist bazarê û neda nasîn? Gelo dibe ku danasîn û pêşkêşkirina min a berhemê ne zêde baş bû? Dibe ku hinekî kêmasiyên min jî hebin û gelo çawa dikarim baştir bikim.
Eger muzîk û stranên te negihên asta tu dixwazî, tu nikarî tenê gazinan bikî ku xelk li muzîka te guhdarî nake. Divê tu bipirsî: muzîka min çiqasî baş e? Çiqasî nû ye? Çiqasî hest tê de hene û çiqasî kêfê dide? Ez çawa digihîjim guhdarên xwe?”
Helbet û ez qebûl dikim ku keda em bidin sê û çar qatên miletên din e lê mixabin rewş ev e. Dizanim ku em teyaran bifirînin jî bazara me û miştiriyên me kêmtir in. Fêm dikim ku çavkaniyên me kêmtir in. Her wiha xweş dizanim ku hîn gelek mijar hene, tu çiqasî baş binivîsî jî bi kurdî balê nakişînin. Xweş fêm dikim ku reqîbên me serdestên me ne ku ji zarokitiya me de rehên xwe di mejiyê me de vedane. Lê ez vê jî dizanim; divê em rêyeke bibînin ne rûnên û gazinan bikin.
Tiştê ez dixwazim bibêjim; rast e gelek sedemên cuda ji yên miletên din hene ku hiştine kurd kurdî nexwînin, li bernameyên xwe temaşe nekin û hwd. Lê kêşeya nexwendinê di nav gelek civakan de heye. Ka çareserî çi ye? Gelo ez dikarim çi bikim ku bihêlim bêtir bixwînin.


