Diyaranme
Heyeta HDP'ê ku ji ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk dihat îro çû Başûr. Heyetê ligel Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re hevdîtin pêk anî. Her wiha ji bilî van heyetê ligel nêzî 30 partî, aliyên siyasî û hejmarek rêxistinên başûrê Kurdistanê, akîtîvîst û Desteya Piştgiriya Efrînê hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinan de mijara sereke li darxistina Kongreya Neteweyî bû. Di hevdîtina ligel Nêçîrvan Barzanî de ji ber wefata birê wî Dilovan Îdrîs Barzanî heyetê ji bo Nêçîrvan Barzanî û malbatê sersaxî xwest.
Li bendê ne ku ev hevdîtinên HDP'ê du rojên din jî bidomin û piştî temamkirina hevdîtinan dê heyet vegere Tirkiyeyê. Di van hevdîtinan de heyeta HDP'ê dê ilgel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komunîst û Zehmetkêşan, Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê jî hevdîtinan pêk bîne.


