Diyarname
Cumali Atilla ku li Amedê wekî kayyûm şandin ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê îro biryarek din da û tabelayên ku bi kurdî û tirkî bûn rakirin, ji dêvla wan tabelayên bi tirkî tenê daliqandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dema di destê kurdan de bû dest bi guhartina tabelayên ku rê nîşan didin kiribûn û hemû tabela kiribûn bi kurdî û tirkî. Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên dawî Gultan Kişanak û Firat Anli ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve ji peywirê hatin girtin û ji dêvla wan ve Cumali Atilla wekî kayyûm peywirdar kirin ev kirinên berê hemû hatin guherandin. Gava dawî jî îro bi guhartina tabelayên bi kurdî û tirkî dom kir.
Li gor nûçeya Rohat Rıfat Şahin a di MA'yê de tabelayên li ser "Yeniköy Mezarlığı (Goristana Yenîkoyê)", "Mardin (Mêrdîn), Batman (Êlih)", "Urfa (Riha)", "Caddeya Mehmed Uzun" nivîsîbûn rakirin û ji dêvla van tenê tabelayên bi tirkî tenê hatin daliqandin.
Ev jî du wêneyên ji vê xebatê ne ku em van wekî wêneyê rojê pêşkêşî we dikin...


